Mohsen Nemjoyê ku welatiyê Îranê ye û li seranserê cîhanê xwedî bi nav û dengiyekê ye li dû Enqere, Bursa û îzmîrê li Stenbolê jî konsereke da.
Konsera ku li Volkswagen Arenayê hat lidarxistin bi beşdariya bi hezaran guhdarên ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û ji derveyî welêt bi coş pêk hat. Di dema konserê de Namjo li gel Farisî, bi Kurdî û Tirkî jî xêrhatin li guhdarên xwe kir û strana xwe ya bi navê Şirîn Şirîn diyarî ji bo malbata xwe û guhdarên xwe kir. Piştî ku konser qediya û muzîkjenan sehne terikandin li dû daxwaza guhdaran bi çepikên wan kom careke din vegeriya û straneke din pêşkêşî guhdarên xwe kirin.
STENBOL