Muslim ku ji Med-Nûçe TV re axivî ragihand ku êrîşên li hemberî Kobanê êrîşên li dijî tevahiya Kurdistanê ye û got, "Bi van êrîşan re dixwazin me teslîm bigirin. Lê belê em li ber xwe didin. Berxwedana gelê me li holê ye. Îro li refên YPG'ê keç û xortên ji bakur, rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Şehîd dikevin. Şehîdên me me tînin cem hev. Yekitiya me xurt dikin. Emê jî di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna şehîdên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin û em li ber xwe didin."


Dor li Kobanê girtine

Muslim da zanîn ku ji sê aliyan ve dor li Kobanê hatiye girtin û aliyekî wê jî sînorê Tirkiyeyê ye. Muslim ragihand ku tevî sînor bi temamî girtiye jî, endamên DAIŞ'ê yên di şer de birîndar dibin li Tirkiyeyê tên dermankirin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku çekên di êrîşên li dijî Kobanê de tên bikaranîn çekên ji Iraqê hatine anîne û da xuyakirin ku ji ser Reqqayê çek tê anîn, tevî ku li ser vê regehê bargehên leşkerî yên rêveberiya Esad hene jî hêzên Esad dest li konvoyên DAIŞ'ê wernadin. Muslim destnîşan kir ku rejîm êrîşên li hemberî Kurdan li gorî berjewendiyên xwe dibîne.

Hin sazî pişta wan digrin

Muslim diyar kir ku endamên DAIŞ'ê dema êrîşî Kobanê dikin di ser xaka Tirkiyeyê re tên û got, "Karekî hêsan nîne ku ji herêma niha li Kobanê êrîş lê tê kirin, ewqas çek bên veguhastin. Li ser rêya diçe herêma êrîşê pirek heye û rêya yekane ya derbasbûnê jî ew der e. Lê belê bi sedan endamên DAIŞ'ê bi çekên giran, ji pişt ve tên herêma hevalên me lê ne. Yanî ji Tirkiyeyê tên yan jî dikevin nava xaka Tirkiyeyê û ji wir tên. Ji ber ku tu rêyeke din tuneye. Em di wê baweriyê de ne ku di nava dewleta Tirkiyeyê de hin sazî bi van çeteyan re hevkariyê dikin. Eger dewleta Tirkiyeyê dibêje pêwendiya me bi vê nîne, hingî divê vê rewşê rave bike. Gelo çawa ciwanên sivîl ên Rojavayî li ser sînor tên dîtin û qetilkirin, lê bi sedan endamên DAIŞ'ê bi çekên giran nayên dîtin. Ev baweriyê nade." 

ANF/BRUKSEL