Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/El Nusra banga seferberiyê kir, bi sedan ciwanên Kurd tevli nava refên YPG’ê bûn. Lê ji bilî ciwanên li Rojava, tevlibûna ciwanên ku derketine derveyî welat balê dikişîne. Ye ji van ciwanan jî Şahîn Mihemed e. Şahîn Mihemed ji Kobanê ye, lê koçî Ukranyayê kiriye, li ser banga seferberiyê vegeriya welat û li Kobanê tevli nava refên YPG’ê bû. Mihemed diyar kir ku ew bi armanca parastina welatê xwe vegeriya ye bang li hemû ciwanên Kurd ên ku welatê xwe berdane kir ku vegirin û tevli xebatên parastinê bibin û rûmeta gelê xwe biparêzin.
KOBANÊ