Walîtiyên dewletê li hemberî Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên Şaredariyên BDP'ê rabûne ser halan an. Piştî ku Walîtiya Sêrtê Mala Perwerdehiyê girt û Walîtiya Êlihê jî li gel Mala perwehrdehiyê girt dîsa bi berxwedana xwendekaran biryar paşve hate girtin, niha jî Walîtiya Qersê der barê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan a Kaxizmanê de biryara girtinê da. Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan a Şaredariya Kaxizmanê di 2009'an de li ser biryara Meclîsa Şaredariyê dest bi xizmetê kir. Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan, bi germana Walî bi hinceta "Kar û kirarî nekiriye" hate girtin. Mala Perwerdehiyê ku nêzî 400 xwendekarên wê hebûn, li ser vê biryarê hate girtin û xwendekar li derve man. Walîtiyê bi nivîsekê biryar ji Şaredarê Kaxizmanê Mehmet Alkan re şand.
Şaredar Alkan bertek nîşanî biryara Waliyê Qersê Ahmet Kara da û wiha got: "Walîtiyê bi biryara girtina Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan dixwaze xizmeta şaredariyê ya perwerdehiyê vala derxe. Dixwaze xizmeta şaredariyê pûç bike. Dixwazin di navbera şaredarî û welatiyan de pirsgirêkan ava bike. Niha xwendekar tev mexdûr bûn. Lê ji bo ev xwendekar mexdûr nebin em dê dîsa bi Walîtiyê re hevdîtinê pêk bînin.
Girtina Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan dê bi daxuyaniyek girseyî saet di 13.00'an de bê şermezarkirin.
QERS