Pirtûka Cansiz beriya Tirkiyeyê jî li Ewropayê hatibû weşandin û eleqeyek mezin dît.
Pirtûka Sakîne Cansiz ya bi navê ‘Jiyana min her tim pevçûn bû’ piştî Ewropayê li Tirkiyeyê tê weşandin. Bi pirtûka Cansiz re, pirtûka Gurbet Ersoz a bi navê ‘Min dilê xwe li çiyan nexş kir-rojnivîska Gurbetê’, pirtûka siyasetmedarê Kurd Alî Oruç ya bi navê ‘hawar’ û pirtûka Cemal Şerîk bi navê ‘Qirkirina civakî ya sedsala 21’ê’ dêbê weşandin.
Koordînatorê weşanxaneya Aramê Gokhan Bulut ji ANF’ê re axivî û got eleqeyeke mezin li dijî pirtûka Sakîne Cansize û got: “Em niha çar pirtûkên nû diweşanînin. Yek ji van ya Sakîne Cansize. Cansiz ku di têkoşîna azadiya Kurd de cihekî girîng digire, di komploya Parîsê de tê qetilkirin. Ji ber vê jî gelê me ji bo ku jiyana wê bi nivîsa wê bixwîne, ev pirtûk piştî Ewropayê li Tirkiyeyê jî dê bê weşandin. Naveroja pirtûkê ji jiyana Cansiz pêk tê. Ji bilî vê pirtûkê pirtûkek wê ya bi du cîlên din jî heye. em wan jî dê di dema pêş de çap bikin.
Rojnivîska Gurbetê
Her wiha pirtûka Gurbetelî Ersoz ya ji rojnivîskên wê yên gerîla pêk tê ya bi navê ‘Min dilê xwe li çiyan nexş kir’ li ser daxwazeke zêde cara duyem bi xwendevanên xwe re tê cem hev.
Bulut der barê vê de jî wiha got: “Gurbetelî Ersoz yek ji kedkarên girîng yê çapemeniya azad e. Ji xebata xwe ya rojnameya Gundemê heta şehadeta xwe piştgiriyeke wê ya mezin bo çapemeniya azad çêbûye.
Di vê pirtûka wê de pêvajoya ku bi Rêberê Gelê Kurd re maye nivîsiye û vegera xwe ya welat dinivîse.
Berê jî hatibû çapkirin. Lê niha em careke din çap dikin. Bulut anî ziman ku pirtûka Cemal Şerîk ya bi navê ‘Qirkirina civakê ya sedsala 21’ê’ ku li ser modernîteya kapîtalîst nivîsandiye dê bê weşandin.
Her wiha li gel vê pirtûka siyasetmedarê Kurd Alî Oruç ku ji hoviya 12’ê îlonê re şahidî kiriye ya bi navê ‘Hawar’ jî dê bê weşandin û di pirtûkê de şahdiya kadroyên PKK’ê ya 12’ê îlonê tê vegotin.
FERHAT ARSLAN / DÎHA/ÊLIH