Weşanên J&J bi du nivîskar û helbestkaran û bi sê pirtûkan berhem li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Cîhan Roj bi helbestan Av û Berf û bi romanê Mala Baz nivîsî, herçî reşbeleka helbestî ya Herdem Kirtay Tatlisoy e, bi navê Çirayê derçûye. Du pirtûkên helbestan û romanek ji weşanên J&J derçûn. Pirtûka Helbestan a bi navê "Av û Berf" û romana bi navê Mala Baz her du jî ên Cîhan Roj in. Herçî pirtûka din a helbestan e bi navê "Çira" ye û mohra Herdem Kirtay Tatlisoy li ser e. Cîhan Roj ji sala 1993'yan ve bi kurdî dinivîse. Pirtûka wî ya yekem sala 2002'yan bi navê "Ratîka" derket ku pirtûkeke helbestan bû. Roj heta niha pirtûkên çîrokan nivîsîn, roman nivîsîne, lê helbest li cih ma û niha pirtûka wî ya duyem a helbestan bi navê "Av û Berf" derket. Di pirtûkê de zêdeyî helbest hene. Ji salên 90'î ve ew helbestan dinivîse, herçî salên 2000'î ne, helbestên di van deh salên dawî de wî nivîsandine, di vê pirtûkê de bi cih kirine. Lê çîroka nivîsandina vê pirtûkê diçe sala 2003'yan ku li Izmîrê di roja ziman de dema ew helbestan dixwîne û dengbêj Nîhat kilaman dibêje, jê tê xwestin ku helbesteke din jî bixwîne. Û wê rojê bîra amadekirina pirtûka helbestan dike. Ev a li jêr jî helbestek ji pirtûkê ye: Çîrokên derî lê vekirî Destên min ber bi te ve vekirîne dûr î tu dûr dûr... Hewr bûyî tu, bêyî ba, diherîk birîna bi min re bi tariyê rapêçayî zarokek dimeşe aniha birîn li min bû dilopek şîregermî hildibe dildibe ber bi hewr ve peyv şil dibin bê nukul e ev kevok êdî zarokek dimeşe aniha deriyên çîrokan vekirî dihêle bi çûyîna xwe re... ey helbestyar destê demê neşo; gotinên krîstalî yên negotiyan wê bişkên Her du pirtûkên din Romana bi navê Mala Baz a hema nivîskarî jî ji Weşanên J&J derçû. Pirtûka helbestan a bi navê Çira a Herdem Kirtay Tatlisoy jî ji heman weşanxaneyê derket. Herdem jinek e ku salên 90´î ji doza PKK´ê 11 salan girtî ma û sala 2013´an careke din hat girtin û heta sala 2017´an di girtîgehê de ma tevî ku dayîka zarokeke pişûk jî bû hingê. Helbestek ji pirtûka wê ya bi navê Çira wiha ye: Bê wan Bê wan Gulek bê av û çilmisî me De ka cêrek av bidin Ji kaniyên şaristaniya dilê Ehmedê Xanî Ku ez zanistî tevlî rûbaran bikim Û gulan bi giyan bikim Bê wan Aliyek min tarî ye Çirûskek ji felsefa dilê Feqiyê Teyran bînin û çira dilê min vexwin Ku hemû aliyên tarî ronî bikim Bê wan Okyanosek qeşa girtî me Hinek işqa dilê Melayê Cizîrî ji min re bînin Ku bax û baxçeyên dilê xwe Bi işqa bedewiya Mezopotamya bixemilînim Bê wan Ji çarînên helbestan Mesture Kurdistanî Welatparêzî bikolin di hemû bedena min de Ku hestên min Wek taviya baranê Li çar perçê welat bibare… NAVENDA NÛÇEYAN