Naveroka vê berhema di destê we da, pêkanîn û serketina wan xem û xeyal, hesret û bêrîkirina Kurdekî Sovyeta berê Yûrayê Dasinî ye, ku pêşiyên wî bi dehan-sedan salan berê ji welatê xwe derketine û tenê berî çend salan firsend jê ra çê bû, ku vegere welatê kal û bavan; qene wek mêvan. Ew qas dilxweş bû ku xwest tiştên dîtiye bi kesên wek wî li xerîbiyê mezinbûne ra parve bike.
Yûrayê Dasinî li Kurdîstana Başûr ser rêça kalanên xwe vebû; dema Dihok ziyaret kir, pê hesiya ku berê ji vî bajarî ra digotin “Dihoka Dasiniyan”. Wî zanibû, ku “Dasinî” navê eşîreke Kurdên êzdî ye; wê çaxê hîs kir ku li ser rêça bav û kalan digere. Ev berhem, herwiha wan “hesîn”ên Kurdan in, ku ne li welatê xwe ji diya xwe bûne û mezin bûne; “hesîn”ên wisa nin, ku gotina pêşiyan ya “xwîn nabe av” û xeteke helbesta Cegerxwîn “Şam şîrîn e, lê welat jê şîrîntir e”, tîne bîra merivan.  Kêfa Yûrayê Dasinî zêde ji wê yekê re jî hat, ku li Kurdistana Başûr tu kes nabêje “berê baştir” bû. Ji ber wê ye, ku welatê bav û kalan her ro, her saet, her deqe pêş dikeve û rojek ji rojan, ew ê ji her aliyan va bibe hempayê welatên xweş yên derva.
Nivîskar û wergêr ê Kurd Têmûrê Xelîl jî pirtûka Yûrayê Dasinî ji Rûsî wergerandiye Kurdî. 

AMED