İBRAHİM BULAK / BRUKSEL


Li paytexta Belçîka Brukselê di Parlemana Ewrûpayê de yekemîn konferansa Navneteweyî ya Kurdên Anatoliya Navîn pêk hat. Di konferansê de ku bi hevkariya PKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn) û Enstituya Kurdî ya Brukselê çêbû, beşdar û axaftvanan behsa tehlûkeya asîmîlasyanê kirin û ji Yekitiya Ewrûpa û Parlemena Ewrûpayê di wî warî de banga alîkarî û hevkariyê kirin.

Konferansa ku bi desteka parlementerên Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû ên Parlemema Ewrûpayê û KNK li Parlemena Ewrûpayê hat lidarxistin, li gel dîrokzan û nivîskarên Kurd û Kurdên Anatoliya Navîn ên ji welêt û ji derveyê welêt pêk hat. 

Reng û çanda xwe parastine

Di destpêka konferansê de Hevserokên PKAN’ê Dîlan Bîçer û Şevket Bakan xêrhatina beşdaran kir.Dûvre Cigîra Serokê Parlemana Ewrûpayê û ji Koma Keskan û di heman demê de endama Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû Ulrike Lunacek axivî û got; „Bi rastî jî ez Kurdên Anatoliya Navîn pîroz dikim ji ber heta îro tevî ku ewqas zor û zehmetiyan reng û çanda xwe parastina ne ku îro li wir konferanseke bi vî hawî lidardixin. Her wiha ne tenê xwe wekî mexdûr derdixin pêş hay ji hêz û qûweta xwe jî hene, ev jî xaleke girîng e bo min. Jixwe em niha dibînin hema hema nîvê beşdaran jin in. Ez bi xwe jî koçber im, malbata min ji welatê Çekî koçber bûne. Loma jî dizanim jiyana koçbertî çendî zehmet e.“ 

Ji ber Tirkiyeyê ez li welatê xwe koçber bûm

Her wiha Lunacek derbirî ku gelê Kurd û hêzên demokrat ên li Tirkiyê di têkoşîna xwe de ne bi tenê ne ew ê wekê kom û kes her tim li pişta wan be û di wî warî de zextê jî li Parleman Ewrûpayê bikin ji bo bikevin nava tevgerê.

Piştre endamê Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû Costas Mavrides axivî jî behsa serpêhatiya ji derketina welatê xwe kir û got: „Ji ber dagirkirina Tirkiye welatê wan Kibrisê ev di rojeke de li cîh û warê xwe bûn koçber. Ji ber dagirkrina Tirkiye welatê me em bûn koçber û Tirkî hê jî li welatê me hêzekê dagirker e. Niha em hemû dibînin li Kurdistanê li dijî Kurdan jenosîdeke bêdeng tê meşandin, divê em jî bi wasî gelê Kurd li dijî zailman wêrek bin.„

Kevntirîn belge: Metnên Şikarî

Piştî axaftina parlementerên Ewrûpî bi moderatoriya Dr. Meliha Dogan û Dr. Necati Harmankaya Prof. Kadrî Yildirim, nivîksar Şoreş Reşî, dîrokzan Mehmet Bayrak û berdevkê PKAN’ê Ahmet Gezer li ser tarîxa Kurdên Anatoliya Navînû rîsk û talûkeyên di pêşiya vê cikavakê de Ahmet Gezer peyivîn, 

Prof. Kadrî Yildirim di xeberdana xwe de behsa metnên Şikarî kir û got ku ev metn kevntirîn belge ye ku qala hebûna Kurdan li Anatoliya Navîn dike. Yildirim îşaret bi vê yekê kir ku Şikar navê kesek e û li gorî vê metna hanê ji Amedê ye û hineka ji bajarekî Kurdan ev metn aniye bajarê Konyayê. 

Di sedsala 12’an de li Anatoliyê bi cîh bûne

Yildirim bi vî rengî qala metnê kir: „Di vê metnê de tê gotin ku ev metn di sedsala 16’an de hatiye nivîsansin, gelê Kurd hê di sedsala 12’an de li Anatoliyê bi cîh bûne. Taybetiya vê metnê ev e ku kevntirîn metn e li ser Kurdên li Anatoliya.“ Piştre Yildirim da zanîn ku li gorî daneyên dîrokî Kurdan di sedsala 15’an dest bi avakirina gundan li Anatoliyê dikin û di sedsala 17’an de êdî dibe hêzek. Heta gelê Kurd di avakirina bajarê Nevşehîr de roleke girîng dilze.“

120 heza û 681  kes dibêje zimanê min Kurdî ye

Her wiha Yildirim anî ziman ku sala 1927’an di hejmartina dewleta Tirk de 120681 kesên li Anatoliya Navîn dibêjin „Zimanê min Kurdî ye“

Li Anatoliya Navîn 2 mîlyon Kurd hene

Nivîskar Şoreş Reşî jî di xeberdana xwe de qala belavbûna Kurdan li Anatoliyê kir û got gelê Kurd li wir li gorî diyalekte xwe sê beş in, Kurmanc, Lêkî (Şêxbizinî), Kirmanckî. Reşî got ku li gorî texmîna wan li Anatoliya Navîn 2 mîlyon Kurd hene û dikarin bêjin ku ji sedî 75 Kurmanc, ji sedî 15 Lekî û ji sedî 10 jî Kirmanc in.

Divê em li dijî asîmîlasyonê xwedî plan û proje bin

Reşî piştî mijarên dîrokî behsa rewşa aktuel a Kurdên ji Anatoliyê kir û got:“ Di pêşiya me de telûkeyek pir mezin heye, ev jî asîmîlasyon e. Heta niha gelê me çand û zimanê xwe heta gihandiye roja me yê îro. Lê ji wir şûnde divê em serê xwe bi asîmîlasyonê biêşînin. Divê em li dijî asîmîlasyonê xwedî plan û proje bin nexwe nifşên nû wê ji dest me biçe.„ 

Berdevkê PKAN“ê Ahmet Gezer jî behsa birêkxistinbûna û xebata PKANê kir û got êdî PKAN ji alî gel ve hatiye qebulkirin.

Bîrnebûn bi rola dibistan rabû

Dûvre dîrokzan Mehmet Bayrak peyivî û got ev bixwe li gorî erdnigariyê ne ji Anatoliyê ye lê ji Torosên Navîn e û tespîta „Torosên Navîn (Iç Toroslar) wekî pirek e di navbera Kurdistan û Anatoloiyê de“ kir. Her wiha Bayrak behsa kovara Bîrnebûn kir û got: „Ev bû 20 sal e weşana xwe didomîne. Kovara Bîrnebûn hema hema bi karê dibistanê rabû di nav vê civakê de. Ez jî yek ji nivîksarê wan ê ewil im. Mixabin niha kes ji kovarê li wir tune, diviyabû edîtor an jî xebatêkarê vê kovarê jî li wir bana.“ 

Piştî derketina welêt asîmîlasyon pêş ket

Herî dawî rêvebirê PKAN’ê Muzaffer Kuçukyildiz axivî û got :“Heta niha 2 mîlyon Kurdên Anatoliyê Navîn li dijî asîmîlasyona dijwar rabû û li pişta Tevgera Azadî sekinî. Mixabin piştî derketina ji cih û warê bav û kalan asîmîlasyon pêş ket. Yekane rê heye ku ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin, ev yek jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Divê em di vî warî de têkoşîna xwe xurt bikin û her wiha divê Yekitiya Ewrûpa û Parlemana Ewrûpa jî ji bo pêşî vekirina vî tiştî bikeve nava tevgerê. „ 

Di dawiya axaftina xwe de Kuçukyildiz bang Kurdên ji Anatoliyê kir û got bila werin em bi hev re bixebitin û birêkxistinbûna xwe xurt bikin.