HOGIR NECAR ANHA/QAMIŞLO Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re zimanê Kurdî ji xaniyên veşartî derket û bû zimanê zanîngehê. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re êdî materyal bi zimanê Kurdî ji Kurdan re hatine amadekirin û li rex wan materyalên bi zimanên Erebî û Suryanî jî hatine amadekirin. Heta hingê Kurd ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê par mabûn ji ber qanûnên ku rêjîma Baasê li ser wan ferz kiribûn. Sala 2006´an bi biryara Kongreya Netweyî ya Kurdistanê 15 Gulan ku destpêka derçûna kovara Hawarê bû, wekî Cejna Zimanê Kurdî hat ragihandin. Zimanê Kurdî ku li hemberî polîtkayên dewleta dagirker bi sedan salan e li berxwe daye û çi resmî çi ne resmî ji xwe re stargeh dîtine. Yek ji wan jî li Rojavayê Kurdistanê bû ku bi awayekî veşartî dersên zimanê Kurdî dihat dayîn û bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ji dibistana seretayî heta zanîngehan bi her awayî Kurdî li dar e. Bi şoreşa Rojava re bi desteka Tevgera Civaka Demokratîk, Saziya Zimanê Kurdî konferansa xwe ya sêyemîn li bajarê Amûdê sala 2012’an li dar xist. Ev jî çêbû, piştî her du konferansên wê ku ya yekemîn sala 2007’an li bajarê Kobanê û ya duyemîn sala 2009’an li bajarê Helebê bi awayekî veşartî hatibûn lidarxistin. Sala 2013’an bi awayekî eşkere damezirandina Saziya Zimanê Kurdî li seranserî gund û bajarên Rojava hate ragihandin û gelek navendên perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin vekirin. Akademiya Şehîd Ferzad Kemanger Saziya Zimanê Kurdî piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hezaran mamoste amade kirin û sîstemeke perwerdehiyê li dibistanên Rojava xist meriyetê. Di 11’ê Tebaxa 2013’an de yekemîn akademiya ziman û wêjeya Kurdî bi navê Şehîd Ferzad Kemanger li Efrînê hate vekirin û tê de, bi zimanê Kurdî perwerde hate dayîn û mamoste hatin amadekirin. Saziya Zimanê Kurdî li Efrînê bi hevkariya Yekîtiya Mamoteyên Rojava di 28’ê Cotmeha heman salê de peymangeheke ziman û wêjeya Kurdî bi navê Peymangeha Şehîd Viyan Amara vekirin û wê jî piştî du salan hejmareke mamosteyên zimanê Kurdî amade kirin. Li seranserî bajarên herêma Cizîrê hatin vekirin 24’ê Cotmeha heman salê Saziya Zimanê Kurdî Akademiya Celadet Bedirxan a ziman, dîrok û wêjeya Kurdî li bajarê Qamişlo vekir. Piştre peymangeha Şehîd Viyan Amara li Kobanê hate vekirin. Di destpêka sala 2015’an de gelek peymangehên amadekirina mamosteyan li gorî têgeha netewa demokratîk hatin vekirin û yekemîn peymangeh li bajarê Dêrikê di meha adarê de û di meha Nîsanê de li bajarê Serêkaniyê û pişt re li seranserî bajarên herêma Cizîrê hatin vekirin. Sê zanîngeh hatin damezirandin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê vekirina yekem zanîngehê li Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand. Zanîngeha Efrînê 14′ê Hezîrana sala 2015′an bi derfetên kêm hat vekirin. Li zanîngehê li ser materyalên ji aliyê KPC-Demokratîk ve hatine amadekirin, perwerde hat kirin.  Piştî ku zanîngeha Efrînê gavên mezin avêtin û gelek serketin bi dest xistin, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê 4′ê Tîrmeha sala 2016′an vekirina zanîngeha Rojava ragihand. Ji vekirina zanîngehê ve xebat hatin kirin ku nifşekî pêşketî ku karibe civakê di hemû aliyan de bi pêş bixe, were avakirin.  30´yê Îlona sala 2017´an jî zanîngeha Kobanê hat vekirin.