Gelek peyamên xweş ji min re tên, dibêjin, “Te çi baş kir, li ser youtubeê û li ser înternetê bi gelemperî bo hînbûna Kurdî materyal pirr hindik in. Bi xêra te niha em dizanin li ku binêrin, ji kê bipirsin.” Ev bi rastî jî min gelekî bextewar dike, ez bi dilekî rehet radizim.

LUQMAN GULDIVÊ

Gulê yan Gulsuma Demir ev demeke serê xwe pê diêşîne ka çawa Kurdî fêrî kesên ne Kurd bike. Bi ya wê herî baş ev bi Ingilîzî dibe. Ew nexasim jî medyaya civakî û înternetê ji bo van dersên xwe bi kar tîne. Derçûyiya zimannasiyê, xwendina xwe li Moskovê dewam dike û gelekî pê razî ye ku xelk jê hînî Kurdî dibe. Ew ji tiştekî aciz e û wê wisa îfade dike: “Lê tişta ku herî zêde min aciz dike, carna hin kesên “beredayî” derdikevin û dibêjin, tu çima bi Tirkî Kurdî hîn nakî? Ingilîzî çi ye? Ew min gelekî aciz dikin. Yanî firsendek heye ku tu karîbî Kurdî û Ingilîzî bînî ba hev, lê ji tiraliyê hema dibêjin, Tirkî.”

Lê ew bi pirranî bextewer e, çawa ew dibêje, “Carinan gelekî dibetilim, dibêjim gelo îro dersê betal bikim, paşê dibêjim na, min sozek daye wan, ew li hêviya vê rojê ne, divê ez tiraliya nekim. Û diçim dersê. Piştî dersê gelekî bextewar dibim. Kêfa min ji xwendekarên jêhatî re tê.”

Em bi Gulsumayê re li ser van û hin tiştên din jî peyivîn kerem bikin, hûn jî guh bidêrin sohbeta me, fermo!

Cenabê te kî ye, ji ku ye, çima destê xwe avêt vî karî? Çima cenabê te weke zimanê dersê Ingilîzî bijart û ne zimanekî din?

Bi kurtasî ez Gulê ango Gulsuma Demir im, bi eslê xwe ji Herêma Torê me lê li Stenbolê, li taxeke Kurdan ku jê re dibêjin Tarlabaşi, mezin bûm. Û sala 2017´an ji Zanîngeha Stenbolê ji beşa Zimannasiyê derçûm.

Meseleya ka çima min destê xwe bi vî karî kir jî piçekî ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê ku ez lê li ser zimanê Kurdî perwerde bûm û heta asta mamostetiyê jî xelas kir. Piştî qedandina Enstitûyê û Zanîngehê, ez hatim Moskovê û min li vir dest bi dersdayîna zimanê Kurdî kir. Min li vir ders bi zimanê Ingilîzî didan lê beriya maceraya min a Moskovê jî hesabekî min î Instagramê hebû û min li wir Kurdî bi Ingilîzî hîn dikir. Min dixwest perwerde bi zimanê Ingilîzî be, ji ber ku min wek navê xwe baş dizanîbû ku ez bi vî awayî dikarim xwe bigihînim cîhanê. Û helbet ji eynî malbatbûna Kurdî û Îngilîzî karê min hêsantir dikir. Tişteke din jî bêjim, dema Kurdên me Kurdî li ba Îngilîzî dibînin zêdetir bala wan dikşîne.

Zûzûka hejmara kesên hesabê Kurdish Lessons dişopînin ji dehhezaran bihurî, te çawa xwe gihand wan? Nûnera Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li DYE´yê jî parve kir, te xwe gihandiyê, ew bi te hisiya?

Weke te jî got, hejmara şopînerên min ên li ser Twitterê di du mehan de gihîşt 10 hezaran. Gelek sebebên vê hene, yek ji wan û ya herî muhim bikaranîna Ingilîzî ye. Yeke din jî elaqeya ji bo Kurdî ye, bi rastî jî gelek kes dixwazin Kurdan nas bikin, Kurdî hîn bibin.

Û meseleya Nûnera Hikûmeta Başûr li Emerîkayê jî, Bayan Samî Rahman ji min re peyam şiyand û got, “Karê tu ji bo Kurdî dikî gelek bala me kişandiye û gelek baş e, em dixwazin piştgiriya te bikin.” Bi vî awayî me hev nas kir û ew jî dixwazin piştgiriya min bikin, parvekirina wan yan hesabê min destpêk bû bawer dikim. Ka em binihêrin çi li hêviya min e.

Piştgirî, bi awayekî mirov motîve dike. Ev tişteke baş e.

Tu dersên tu didî çawa hildibijêrî?

Dersên ku ez didim asta wan tevlîhev e, carna gelek tiştên hêsan carna jî tiştên tevlîhev parve dikim. Heta niha li ser Youtubeê bi Ingilîzî ji bo Kurdî min nêzî 16 vîdeoyan parve kirine. Ez dixwazim ji bo Youtubeê di destpêkê de mijaren sereke yên gramerê hîn bikim û paşê dest bi hînkirina detayan bikim. Heta ji destê min tê ew parvekirinêên xwe yên li ser Twitter, Instagram û Facebookê bi dîmenan hazir dikim. Bi vî awayî zêdetir balê dikişînin û di bîra mirovan de dimînin.

Kesên bi xêra te xwe hînî Kurdî dikin, li te vedigerin û dibêjin, aferî tu çi baş dikî, yan jî wele ev nebaş bû? Yan jî te bi xêra xwe filan tişt bikira, hene?

Kesên ku ji parvekirin û dersên min yên li ser Youtubeê hînî hin tiştan dibin, gelekî qedrê min digirin. Gelek peyamên xweş ji min re tên, dibêjin, “Te çi baş kir, li ser youtubeê û li ser înternetê bi gelemperî bo hînbûna Kurdî materyal pirr hindik in. Bi xêra te niha em dizanin li ku binêrin, ji kê bipirsin.” Ev bi rastî jî min gelekî bextewar dike, dema ez dizanim îro kesek jî be ji parvekirinên min hînî peyveke Kurdî bûye, ez bi dilekî rehet radizim. Ji welatên dinyayê hemûyan, ez dizanim ku şopînerên min hene, heke rojekê bikevim ser rê û bibêjim ez ê li welatên cûr bi cûr bigerim, şopînerên min wê min bihewînin, deriyê mala xwe li min vekin. Ev hîseke gelekî ecêb e, tu dizanî ku li hin deran hin hevalên te hene. Ez van gotinan dibêjim, ji ber ku peyamên ku ji min re tên, gelek ji dil in.

Ya rastî bi vî awayî Kurdên me jî dikarin ji ser zimanê xwe yî dayikê Ingilîziya xwe bi pêş ve bibin, ev jî firsendek e.

Carinan meseleya dersê serêşiyê çê dike gelo? Mînakên vê hene?

Di destpêkê de hebekî serê min diêşiya, min peyvek parve dikir, hezar şîrove dihatin, digotin, em wisa nabêjin, ev peyv xelet e. Lê niha zanin ku ez – heta ku ji destê min tê – tişka ku di nav gel de tê bikaranîn hîn dikim. Û ji ber ku Kurdiya standart hê jî baş rûneniştiye, carna hin tevlîhevî çêdibin, lê bi wî awayî ez jî hîn dibim, şopîner jî hîn dibin.

Lê tişta ku herî zêde min aciz dike, carna hin kesên “beredayî” derdikevin û dibêjin, tu çima bi Tirkî Kurdî hîn nakî? Ingilîzî çi ye? Ew min gelekî aciz dikin. Yanî firsendek heye ku tu karîbî Kurdî û Ingilîzî bînî ba hev, lê ji tiraliyê hema dibêjin, Tirkî. Ez jî dibêjim, na - gelek caran bi derewan dibêjim, ez bi Tirkî nizanim - jixwe gelek rûpelên Kurdî-Tirkî hene, hûn dikarin wan bişopînin.

Hînkirina Kurmanciyê bi zimanên din jî tu wê gelo bidî ber xwe?

Niha ez dixwazim bi awayekî gelek profesyoneltir bi zimanê Ingilîzî dewam bikim. Ji ber ku ziman hînkirin deryayek e, xelas nabe. Û bi zimanên axaftinê yên mîna Kurdî ev kar zehmettir jî dibe, mesela çavkaniyeke gelek hêja ku tu dikarî hemû mijarên grammerê bi ravekirineke zelal û bi mînakên cûr bi cûr bibînî, tine ye. Ev jî dike ku ez carnan bi xwe notên PDF amade bikim û li ser malpera xwe ya bi navê ´kurdishlessons.com´ê parve bikim.

Belkî piştî demeke gelekî dirêj ez bi Rûsî jî hîn bikim, lê nizanim, ew niha tenê wilo gotinek e.

Tu niha kîjan medyayan bi kar tînî û gelo tu wê van zêde bikî yan na?

Hesabê min ê Twitterê heye bi navê Kurdish (Kurmanji) Lessons, herî aktîf vî hesabî bi kar tînin. Her roj, parvekirinan dikim, mesela her roj peyveke nû - Peyva Rojê -, carnan çêrên Kurdî, û rê û rêbazên gramera Kurdî parve dikim.

Hesabê Youtubeê jî heye bi eynî navî “Kurdish (Kurmanji) Lessons”, li ser vî hesabî jî heta ku ji destê min tê her hefte derseke nû parve dikim.

Hesabê Instagramê jî heye bi navê “Kurdish (Kurmanji) Lessons”. Li wir jî her roj parvekirinan dikim.

Wekî din li ser Facebookê jî rûpela hesabê min heye, lê ew zêde ne aktîf e, derewan nekim.

Û li ser Discordê jî min hesabek vekir û ez li wir hefteyê sê rojan, bo sê astan, advanced, intermediate û beginnerê dersan didim. Di wextekî diyarkirî de ez û xwendekar hev dibînin û li ser spartekên (dersên) ku min dane wan li ser Kurdî dixebitin. Carinan gelekî dibetilim, dibêjim gelo îro dersê betal bikim, paşê dibêjim na, min sozek daye wan, ew li hêviya vê rojê ne, divê ez tiraliya nekim. Û diçim dersê. Piştî dersê gelek bextewar dibim, dibînim ku spartekên xwe çêkirine, pirsên xwe amade kirine. Kêfa min ji xwendekarên jêhatî re tê.

Tu tenê vî karî dikî, tu dixwazî wisa dewam bikî yan, hin şirîkan ji xwe re çêkî?

Ya rastî, ez naxwazim ji xwe re şirîkan çêkim, ez hez dikim her tişt di destê min de be û eynî format be. Ez ji mudexaleyan hez nakim, bawer dikim hebekî kontrol-hez im. Û dema ku her tişt di destê min de ye, serê min rehet e. Dilê min çi bixwaze wê dikim.

Lê ez dixwazim karê hînkirinê mezintir û profesyoneltir bikim. Dibe ku di siberojê de bi hin kesan re bixebitim. Vêca ya bi xêr.

Ez wisa hîs dikim ku tu hin tiştan ji zimanê Torê digirî, û gelo tu bi qesd vê dikî yan jixwe, xweber ev dibe?

Weke min gotî, ez ji Herêma Torê me, her çiqas ez li ser zimanê Kurdî perwerde bûbim jî nikarim xwe ji devoka xwe xelas bikim, ya rastî ev li xweşa min jî diçe. Ez hez dikim gotinên ji devê dê û bavê xwe hînî biyaniyan bikim.