
HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Dersimê û Colemergê eşkere kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir di çalakiyên Geverê de 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.
HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên Dersimê daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Geverê ya Colemergê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî pêk anîne û encama êrîşên li Geverê de 6 leşker kuştine û 2 ji wan jî birîndar kirine.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Dersimê hem çalakiyên hêzên wan çêbûne hem jî dewleta Tirk a dagirker operasyon pêk anîne û got: “15’ê Hezîranê hêzên me bi ser qereqola kontrolê ya Halborî ya navenda Dersimê de çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de hatiye tespîkirin ku leşkerek hatiye kuştin û leşkerek birîndar bûye. 12’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li mintiqeyên geliyê Harçik, gundê Zaxge, Hingirvan û Dokuzkayala a Dersimê operasyon dane destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker di operarsyonê de tim qadên Harçik, Zaxge, Hingirvan û Dokuzqayalar bi obus, hawan û helîkoptêrên kobra yên êrîşê bombe kirine.
Di operasyonê de helîkoptêra bi tîpa kobra a artêşa TC’ê ya dagirker li geliyê Harçik li sivîlan reşandiye, di encama êrîşê de gelek sivîl birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya dagirker di operasyonê de li eraziyê yekîneyên xwe yên veşartî bi cih kirine, 15’ê Hezîranê saet 22.00’an vekişiyane.
ANF/BEHDÎNAN