Rêveberiya Başûrê Kurdistanê piştî Kerkûkê doh jî Şengal, Mexmûr, Celawla, Xeneqîn, Diyala, Giwara, Germiyan û Beşîka bi destê xwe radestî artêşa Iraqê û Heşdî Şabî kir. Piştî hezîmet û rûreşiya pêr a li Kerkûkê doh jî bajarên başûrê Kurdistanhe yên mîna  Şengal, Mexmûr, Celawla, Xeneqîn, Diyala, Giwara, Germiyan û Beşîka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve ji artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ve hatin pêşkêş kirin. Li gor peymana ku di navbera rêveberiya Başûr û Bexdayê hêzên Başûr vegeriyan sînorên xwe yên beriya 2014’an. 


Careke din ji Şengalê reviyan

PDK’ya ku ji bo gerîlayên HPG’ê ji Şengalê derxe tevî çeteyên xwe êrîş kir, gerîla û rojnamevan qetil kirin bi rizaya xwe çeperên di destê xwe de yên li Şengalê teslîmî Heşdî Şabî kirin. Bi vekişîna peşmergeyên PDK’ê re komên girêdayî Heşdî Şabî li cihên mîna,  Şebabît, Solax, Til Qesep, Hemedan, Til Benat, Faprîqa Çemento, Qinê, Sinûn, Cidalê, Heyalê, Domîz, Werdiya, Golat, Niyêniyat, Herdan, Zorava û Mezargeha Şerefedîn bicîh bûn. 


Em ê cih û warên xwe biparêzin 

Yek ji fermandarên YBŞ‘ê Dijwar Feqîr got, “Em keç û xortên vê axê ne. Me parastina wê kiriye û di ber re xwîn rijandine. Em ê bergiriya vir bikin.” 

Feqîr bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a li Stêrk TV bû û li ser rewşa dawî ya li Şengalê agahî da.  Fermandarê YBŞ’ê anî ziman, ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê niha li cihê pêşmergeyan ên li Şengalê bi cih bûne û vê gavê di navbera wan û civaka Êzidî ya li herêmê de aloziyek nîne. Fermandar Dijwar Feqîr têkildarî rewşa Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî got, “Em li cihê xwe ne. Li çeperên xwe yên parastinê ne. Hem li nava bajarê Şengalê, hem jî li çiyayê Şengalê em di çeperên xwe de ne.” Feqîr diyar kir, ku ew ne bawer in êrîşek li hemberî wan bê kirin û got, “Helwesteke bi vî rengî were nîşandan em ê qebûl nekin. Ji ber ku me xwîn li ser vê axê rijandine û me ev herêm parastine. Divê her kes hurmetê nîşanî vê yekê bidin û li gorî wê tevbigere. Em keç û xortên vê axê ne. Me parastina wê kiriye û di ber re xwîn rijandine. Em ê bergiriya vir bikin.”


Germiyan, Mexmûr û cihên din

PDK’ê di serî de Xeneqîn hemû çeperên xwe yên li herêma Germiyan jî beyîn şer bike radestî Heşdî Şabî kirin. Her wiha doh di saetên sibehê de herêma Mexmûrê jî ji aliyê pêşmergeyan ve hate valakirin û li cihê wan Heşdî Şabî û hêzên artêşa Iraqê bicîh bûn. Hin şêniyên navçeya Mexmûrê reviyan Hewlêrê lê belê niştecihên Kampan Rustenm Cûdî ya Mexmûrê li cihê xwe man. 


Kontrola gumrikan dewr kirin

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê tevî bajar û navçeyan her wiha gumrikên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de jî dewrî hikûmeta Bexdayê kirin. Beriya niha ji xwe kontrola balafirgeha Hewlêr û Silêmanî dabûn hikûmeta Bexdayê. Hat hînbûn ku leşkerên Iraqê nêzî deriyê gumrikê yê Hecî Umran bicîh bûne û di demeke kin de wê kontrolê dewrî ekîbên Bexdayê bikin. Her wiha hate ragihandin ku tevî deriyê gumrikê yê Hecî Umran wê deriyên Perwezxan, Başmax jî dewrî hikûmeta Bexdayê were kirin.  

Hate hînbûn ku xebatên dewleta Tirk û Iraqê yên ji bo dest danîna ser deriyê gumrikê yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) jî hewldan didomin û di demeke kin de wê dest deynîn ser gumrikê û dewrê ekîbên Iraqê bikin.


NAVENDA NÛÇEYAN




Bila Barzanî îstîfa bike  



Berpirsê Ajansa Parastin û Zanistê ya Başûrê Kurdistanê Lahor Şêx Cengî destnîşan kir ku ji radestkirina Kerkûkê Barzanî berpirs e û pêwiste îstîfa bike. Şêx Cengî bûyer şibande 31’ê Tebax a 1996 a Barzanî bi desteka rejîma Baasê YNK ji Hewlêrê derxist. Şêx Cengî ku got, “Barzanî hişt û 31’ê Tebaxeke din em bijîn“ bibîr xist ku hemû hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûkê di bin fermana Mesûd Barzanî de bûn, vekişîn û radestkirina Kerkûkê bi fermana wî pêk hatiye. 

Lahor Şêx Cengî biryara referandûmê rexne kir û ragihand ku gelê Kurdistanê berdelê referandûmê dide. 




DYA ‘bêalî’ ye




Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, têkildarî aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir, ku ew aliyekî nagirin.

Trûmp li Qesra Spî daxuyanî da rojnamevanan û got, “DYA ne razî ye ku Kurd û Bexda li hev nakin. Welatê me, di navbera Kurdan û rêveberiya Bexdayê de aliyekî nagire.” Trûmp got, “Weke ku tê zanîn, bi salan e têkiliyeke me ya baş bi Kurdan re heye” û destnîşan kir, ku di vî şerî de ew aliyekî nagirin.


NY: Em ji nêz ve dişopînin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc di brîfînga çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku Sekreterê Giştî Antonîo Gûterres pêşveçûnên li Kerkûkê ji nêz ve dişopîne. Dûjarrîc got ku, “Sekreterê Giştî Gûterres bang li hikumeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurd dike ku ji bo zêdenebûna şer û aloziyê û binpênekirina qanûn û pergalê bila gavên bi koordîne biavêjin.”

Dûjarrîc ragihand ku Gûterres desnîşan dike “divê hemû mesele bi rêya diyalogê û li gorî destûra bingehîn a Iraqê were çareserkirin” û ji ber êrîşên li Kerkûkê bi hezaran mirovan koç kirine. 


WASHÎNGTON