
Weşanxaneya HÎVAyê ya ku li Bakurê Kurdistanê yekane weşanxane ye ku bi tenê pirtûkên zarokan çap dike, di çarçoveya projeyekê de pirtûkên Weşanxaneya Emû Elewî, ku ji zargotina Kurmancên Xorasanê berheman diweşîne, ji nû ve li Amedê çap dike û digihîne zarokan. Grafîkerê HÎVAyê Ridwan Polat çêdike ku armanca wan ev e ku di navbera çar parçeyên Kurdistanê de bi rêya edebiyata zarokan pirekê ava bikin.
Edebiyata zarokan ji bo her netewekê bivênevê ye. Edebiyata zarokan di heman demê de temînata edebiyat û zimanê siberojê ye. Tevî ku zargotina Kurdî di warê edebiyata devkî de gelekî dewlemed e û xwe gihanidiye heta roja me ya îro, di warê nivîskî de berhemên heyî hindik in. Her çiqas van salên dawî, hinek sazî û dezgehan xwe daye ber xebatên bi vî hawî jî, bêyî perwerdehî bi zimanê dayikê zehmet e pirtûkên zarokan belav bibin û bigihêjin berdestê xelkê.
Weşanxaneya Hîva ji sînorên Kurdistanê jî dibihure û xwe digihîne zargotina Kurmancên Xorasanê û pirtûkên weşanxaneya Emû Elewî digihîne ber destê zarokên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê. Her çend di navbera Kurdên Bakur û Kurdên Xorasanê de tekiliyeke rasterast tunebû jî, wekî xebatkarê weşanxaneya HÎVAyê Ridwan Polat got: “Li hin herêman navên karakteran biguherin jî tevna çîrokê piranî dişibe hevdu.”
Derheqê projeya ji nû ve çapkirina pirtûkên Emû Elewî û hin xususiyet û pirsgirêka pirtûkên zarokan de grafîkerê HÎVAyê Ridwan Polat agahî dan me.
Niha rewşa edebiyata zarokan a Kurdî/Kurmancî çi ye? Di Kurmancî de ji Hîva û Emû Elewî pê ve kîjan weşanxane xwe dide ber vî karî?
Di nav weşanxaneyên Kurdan de em bi tenê ne ku bi tenê pirtûkên zarokan çap dike. Weşanxaneyên din ji bo mezinan jî pirtûkan çap dikin, di ber de jî pirtûkên zarokan çap dikin. Em dixwazin bi hemû zaravayên Kurdî pirtûkan çap bikin û me kir jî. Par sê pirtûkên me, heman çîrok bi sê zaravayan (Kurmancî, Zazakî û Soranî) hatin çapkirin. Em naxwazin bi tenê zaravayekî me bi pêş keve. Li cem me her sê jî yek in. Her wekî din me du setên perwerdeyê çap kirin. ji bo zarokên 3-4 salî seta Rengîn, ji bo zarokên 5-6 salî jî seta Kulîlk. Me her du set jî bi Kurmancî û Zazakî çap kirin. Em dixwazin xebatên me xwe bigihînin her herêmê. Cudabûna Emû Elewî û HÎVAyê ev e, ew jî ji xeynî xebatên zarokan, ji bo mezinan jî pirtûkan çap dike. Lêbelê xwedî û berpirsyarê wê Yehya Elewîferd meyla wî li ser zaroka ye û ji bo zarokan jî pirtûkên gelek hêja nivîsîne. Ez niha êdî dikarim pirsa we ya yekem bibersivînim. Hûn bi xwe jî dizanin weşanxanên me ji bo xebatên zarokan hinek dereng mane. Ji bo zarokan bi tenê xebatên rojane kirin. Karên xebata zarokan bi awayekî nedomandin. Me di sala 2014an de dest bi xebatên xwe kir. Û ez tevlî çar hevalên xwe vî karî didomînim. Beriya me hin kesan xwest bi çîrokên folklorîk û bi rêya wergerê edebiyata zarokan bimeşînin, lêbelê ez di vê baweriyê de me ku ev bi tenê ji bo perwerdeya zarokan wê têrê neke. Em dixwazin ku di bin banê HÎVA yê de bila nivîskarên nû biafirin, kar û xebatên xwe yên modern bila çap bikin û ji bo zarokên Kurdan bila xizmetên mayinde bikin.
Berhemên we di nav civaka Kurdî de eleqeyeke çawa dibîne?
Gava ku pirtûkên me gihîştin ber destên zarokan. Hem zarok, hem jî dê û bav gelek kêfxweş bûn. Kê pirtûkên me bidîta ji me re digot: “Hûn karekî pîroz dikin.” Vê jî hêzek da me û di mohleta salekê de me gelek pirtûkên zarokan çap kirin. Lêbelê ji ber ku karê perwerdeya Kurdî hîn bi rêk û pêk nameşe û îmkan kêm in, divê ku bi sed hezaran zarok perwerde bibin bo ku hem edebiyata zarokan hem jî zimanê me bi pêş bikeve. Niha bi tenê karê perwerdeyê li pişta hin saziyan dimeşe û hin malbatên dilxwaz û welatperwer li malên xwe zarokên xwe perwerde dikin.
Weşanxaneya Emû Elewî gelemperî ji zargotina Kurmancî ya Xorasanê sûdê werdigire. Ji kîjan alî ve zargotina Kurmanciya Bakur û Xorasanê nêzî hev in an jî ji hev cuda ne?
Di destpêkê de ez vê yekê bibêjim. Li ser Xorasanê lêkolîneke min yên berfireh tunin. Car caran di televîzyonan de min li hin tiştên wan temaşe kiriye û min li ser wan çend pirtûk jî xwendine. Lêbelê ez nikarim bibêjim ez der heqê wan de xwedî agahiyên berfireh im. Ez dikarim vê yekê bibêjim ku çîrokên zargotina Kurdî, yên ku pîr û kalên me qala wan dikir, li her derê Kurdistanê gelek dişibin hevdu. Li hin herêman navên karakteran biguherin jî tevna çîrokê piranî dişibe hevdu. Ez baş dizanim qala varyantên çîroka Elik û Fatik li Xorasanê jî tê kirin. Lêbelê hin destanên wê derê ji yên me cuda ne. Mesela ji xeynî Dimdimê, destana wan ya herî navdar, destana Cecoxan e. Lêbelê ji ber ku bi sedsalan zargotina me bi devkî li ser zimanan geriyaye. Hevîrê zargotina me yek e. Destana Memê Alan li her parçê Kurdistanê tê zanîn û tê gotin.
Ji bo çi we berhemên Emû Elewî ji weşanxaneya HÎVAyê dan çapkirin? Armanca vê projeyê çi bû?
Derdê me yê herî mezin, em dixwazin di navbera çar parçeyên Kurdistanê de bi rêya edebiyata zarokan pirekê ava bikin. Û sînorên di navbera wan de bi rêya edebiyata zarokan rakin. Em dixwazin ku zarokên her herêmê hevdu nas bikin û bila zanibin ku ne bi tenê ne. Em dixwazin hemû nivîskarên zarokan bila haya wan ji keda hev hebe. Min di destpêkê de jî got em dixwazin pirekê ava bikin. Ji bo vê yekê zarokên Kurdan hem dê hevdu baş nas bikin û hem jî dê hevdu baştir fêm bikin. Ji ber ku kula zimanê me yek e. Haya me ji hev hebe, dibe ku em bibin yek û ji edebiyata zarokan hêzek neteweyî ava bikin. Em bi hêza hevalên xwe hêzdartir dibin. Û em dixwazin ew jî ji hêza me sûdê wergirin.
Tevî ku zargotina Kurdî gelekî dewlemend e, di hêla edebiyata nivîskî ya zarokan de belavbûn û nasîna vê qels e. Li gorî we sedema vê yekê çi ye?
Pirsgirêka herî mezin, zimanê me li bakur hîn nebûye zimanê perwerdeyê, vê jî kiriye ku di warê edebiyata zarokan de zimanê me bi pêş nekeve. Sedem ev e. Ez ji we dipirsim: “Ger ku bi zimanê te yê zikmakî perwerde nebe, tu dikarî edebiyateke bi rêk û pêk ava bikî?
Belê rast e, perwerde hemû ne li ser pişta dibistanan e. Lêbelê ji bingeha perwerdeyê bigirin, heta gramera ziman û hezkirina ziman û neteweya xwe, ramanên zarokan, tişt hemû bi rêya perwerdeyê tên avakirin. Ger ku tu bi zimanê xwe yê zikmakî nikaribî xeyalên xwe binivîsî û pê bijî, tu nikarî edebîyateke azad, serketî û neteweyî ava bikî.
Ger ku tu bi zimanê gelê xwe nenivîsî jî ew nabe edebiyata te. Tu bi kîjan zimanî binivîsî, wê demê tu dibî xizmetkarê wê edebiyatê. Ji bo wê yekê, ez Kurdên me yên Xorasanê pîroz dikim. Li zimanê xwe xwedî derketine û bi sedsalan ji çanda xwe ya Kurdî dûr neketine. Ziman bi çi xwedî bibe, bi wê jî mezin dibe. Ziman zindî ne. Can û rihê wan hene. Ji bo vê yekê, zimanê zikmakî jî ger ku neyê axaftin, zikê xwe bi edebiyatê û hunerê têr neke, dê hêdî hêdî rih bide.
Ji bo belavbûna edebiyata Kurdî divê çi bê kirin? Sazî û şaredariyên Kurd dikarin çawa piştevaniya vê bikin?
Divê ku hejmara dibistanên azad zêde bibe. Jixwe ji nişka ve nabe. Bingeha perwerdeyê bi carekê ve nayê avakirin. Tu saziyên xurt ava bikî û gel ji kar û xebatên te bawer bike, wê demê dê perwerde bi her awayî bi pêş bikeve. Ger ku perwerde bi pêş bikeve wê edebiyata zarokan jî bi pêş bikeve. Gava ku hejmara dibistanan ji hezarî zêdetir bû, wê demê dê bazara vî karî jî çêbibe. Pirtûk dê bêhtir bên çapkirin, bêhtir bên firotin. Weşanxane jî dê kar û xebatên xwe xurttir bikin. Ger ku em dixwazin ev ziman neyê jibîrkirin, divê em bi rêya dibistanan û pirtûkên ku ji hêla çap û wêneyan ve bi kalîte çap bikin, ji bo ku zarok ji zimanê xwe û ji edebiyata xwe hez bikin.
ÎBRAHÎM BULAK