Hunermend, helbestkar û xwendekarên Xorasanî, ji bo Rojava çalakiyeke stran û helbestan li dar xist û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava şermezar kir. Di daxuyaniyê de hunermenda diyar kir ku wekî Kurdên Xorasanê ew piştgiriyê didin berxwedana Rojava. Çalakî bi koordînatoriya Helbestkarê Alî Reza Sepahî Layîn çêbû. Stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Alî Reza Sepahî Layîn êriş şermezar kir û got: "Em wekî Kurdên Meşhedê û Navenda Zanîngehîyên Xorasanê, bona ku hest û helwêsta xwe li dijî arteşa Tirk û êrişên li dijî Rojava bînin zimên, civiyan. Em dixwazin nişanî raya giştî û berpirsên Îranê bidin ku em li pişta têkoşîna Rojava ne.”
Di civînê de Serokê Navenda Zanîngehên Xorasanê, Cevadîyê Hêsar û helbestvanê navdar Êsmayîlê Husênpûr, li ser mezlûmîyet û qehremanîya gelê Rojava peyivîn û dagirkeriya Tirk şermezar kir. Piştî van axaftinan hunermend Eliyê Kerîmî, Huccetê Mehbûb û Mêhdiyê Nîkdil stranên xwe gotin. Civîn bi xwendina helbest û daxuyanîyê bi dawîyê hat. Di daxuyanîyê de hat gotin: “Em kurdên Xorasanê, piştgirîya xwe ya ji berxwedana Rojava re bi her awayî radigihînin û daxwaza me ji rayedarên Îranê ew e ku bi rêya dîplomasîyê, hişîyarîyê bidin rejîma Erdogan û dijî ducarebûna hêrişên Tirkîyê bisekinin.”
NAVENDA NÛÇEYAN