FAHRETTÎN KILIÇ / MA/AMED

Endamê Desteya Rêveber ê Tora Ziman û Çanda Kurdî, Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku beriya her tiştî divê hiqûqnas di nava xwe de bi zimanê xwe biaxivin û got, “Divê zimanê Kurdî di nava jiyana me ya rojane de bibe xwedî cihek. Di têkiliyên me de dema em meseleyên xwe nîqaş dikin, em bi zimanê Kurdî biaxivin û nivîsên xwe jî bi Kurdî binivîsin.”

Mehmet Emîn Aktar ji bo karê maseya hiqûqnasan a Torê de got, “Tirkiyê di peymana mafên zarokan de çi maf naskirî ye? Tirkiyê di kîjan qeydan de îtîraz daniye pêşiyê û wan qebûl nake? Pêşiya vê îtîrazê çawa vekirî ye? Têkoşîneke çawa em bimeşînin? Ji bo van biryar hatin standin. Lê belê ev tenê karê Torê nîne. Em ê pêşniyazên xwe ji saziyên hiqûqê re, baroyan re bibêjin.”

Gelo hiqûqnas zimanê xwe dikin Kurdî?

Aktar, destnîşan kir ku Baroya Amedê di meha Sibatê de Komîsyona Çand û Zimanê Kurdî ava kiriye û wiha dewam kir, “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî dê di vî warî de xebatê bimeşîne. Wekî din Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê xebatên xwe bimeşînin. Dema ev xebat tev bigihin hev, wê encamek derkeve holê. Dê tecrûbeyeke me jî çêbibe. Heke vê jî têrê nekir, pêwîstî heye ku di warê navneteweyî de jî xebat bên kirin. Ez bawer dikim, dê rêkek ji me re vebe. Lê pêşiya her tiştî divê em hiqûqnas di nava xwe de bi zimanê xwe biaxivin û Kurdiya xwe bi pêş bixin. Zimanê kurdî di jiyana me ya rojane de bibe xwedî cihek. Di têkiliyên me de dema em meseleyên xwe niqaş dikin em bi Kurdî biaxivin û nivîsên xwe jî bi Kurdî binivîsin.”

Asîmîlasyon û çalaknebûna zimanî

Aktar li ser asîmîlasyona zimanî jî peyivî û got: “Em li kolan û meydanên xwe bi Kurdî neaxivin, Kurdî di nava civakê de nebe zimanê yekê, wê demê qels dibe. Têkoşîna ku tu bimeşînî jî qels dibe. Mînak hikûmetê beriya bi çend salan dersa bijarte anî rojevê, wê got ‘ji çara heta heştan di çar polan de dê dersên zimanê Kurdî weke zimanê bijarte hebin’. Siyaseta me got, ‘ev têrê nake, em protesto dikin’. Ev ne karê siyasetê bû. Siyaset diviyabû riyên nû veke. Armanca siyasetê ev e. Ev Tor hebûna, wê çaxê wê ji wan re bigotana ‘ji vê derfetê îstîfade bikin.’ Ji gel hemûyî re gotibûna ji zarokên xwe re bibêjin, bila dersên zimanê Kurdî hilbijêrin. Ku bi hezaran zarokên me dersa zimanê kurdî hilbijartana. Wê çaxê me dê ji hikûmetê re bigota, daxwazeke bi vî awayî heye. Hem mafekî xwezayî ye ku perwerdehî bi zimanê zikmakî were kirin û hem jî pêwîstî pê heye. Gava ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 20 hezar kesan daxwaz kiribûna, wê çaxê ji xwe hikûmet da bibêje daxwazeke pirranî tine ye. Gelê Kurd zimanê Kurdî naxwaze. Em dereng mane ji vî karî re lê divê mirov ji cihekî dest pê bike.”

Panel li Amedê

Mehmet Emîn Aktar, anî ziman ku Baroya Amedê derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê 23’yê Sibatê panelekê li dar dixin û wiha dewam kir: “Ne tenê Baroya Amedê ya Wanê jî wê panelekê li dar bixe. Ev qad bi wesîleya Torê wê geş bibe. Kêsên ku ji Torê cudatir jî xebatên zimanî dimeşînin hene. Tor dixwaze riyekê veke. Bal bikşîne ser xebatên ziman. Ji bo ku tesîrekê li siyasetê bike ku rê li ber perwerde û zimanê Kurdî vebe. wê xebatê bike.”

Aktar, bal bire ser rola çapemeniyê û ziman û got, “Divê çapemenî jî bêhtir girîngiyê bide weşana Kurdî û bernameyên Kurdî yên ji bo zarokan zêdetir bike.”