Xwendekarên ku temenên wan di navbera 12 û 19 de diguhere ji bo zarokên kurd yên li Rojava kampanyayeke berhevkirina pêlîstokan, pere û kincan dan destpêkirin. Li cihê ku kampanya dan dest pê kirin dovîzên wek "Ji bo zarokên Rojava pêlîstok tu jî bide", "Bila zarok nemirin û bikaribin şekir bixwin", hatin vekirin û xwendekaran li gel dengê defê bi stranan bala hemwelatiyên ku derbaz dibûn kişandin.  Xwendekarê bi navê Muhammet Tekol der barê kampanyayê de diyar kir ku heya niha ji bo gelê Rojava gelek alîkarî hatinê kirin lê ji bo zarokên di nava şer de tu alîkarî nehatiyê kirin ji ber vê yekê dest bi kampanyayekê wiha kirine.  Tekol, anî ziman ku heya niha ji bo zarokan 3 torba pêlîstokan kom kirine û wiha got: "Armanca kampanyayê ew e ku li Rojava şerek heye û di nava vî şerî de jî zarok dijîn, ev zarok di nav şer de hatine jibîrkirin."

DIHA/AMED