Şeva ji aliyê nûnertiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) a Stuttgartê ve hate organîze kirin şêva din li navenda zanîngeha Stuttgartê bi tevlibûna gelek xwendevanan pêk hat.
Di şahiya xwendevanan de pêvajoya dawî jî hate guftokirin û her wiha xwendevanan bal kişand li ser tecrîta giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û çalekiyên grêva birçîbûnê ku li Kurdistan û Ewropa berdewam dikin. Xwendekarên Kurd di axaftinên hatin kirin de banga piştgiriya bi çalakiyan re kirin. Her wiha biryar hat girtin ku şahiyên ji bo hevnasîn û rêxistinbûyina xwendakarên Kurd dê berdewam bikin. Di şahiyê heta derengiya şevê domkir de ciwanan bi stranên Koma Dîlan govend girê dan.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART