AYSELAVESTA / NAVENDANÛÇEYAN

Zîna Fetî ya 80 salî, ji gundê Dêrcemeda Mezin a Bajarê Qersê ye. Zîna Fetî bi baweriya xwe Êzîdî ye. Malbata wê ji ber ferman û zilma dewleta Tirk koçî Gurcistanê kiriye, û ji wir jî paşê çûye Ermenistanê. Zîna Fetî li zanîngeha Êrîvanê bêşa biyolojiyê qedandiye. Zîna Fetî Neviya Qeynasê Bazo ye.

Zîna Fetî der barê jiyana xwe de bersiv da pirsên me.

Sedema koçeberiya wê çibû?

Dewleta Tirk ji ber dînê me heqaret li me dikir. Çand, ziman û nasnameya me qedexe dikir. Ji ber zilm û hovîtiya wan, bav û kalên me berê xwe dan welatê xerîbiyê. Dema em hatin Gurcistanê me gelek zahmetî dît. Ji bo debara xwe, me ji neçarî berê xwe da Ermenistanê. Ez hîna zarok bûm dê û bavê min wefat kirin. Ez li cem kalkê xwe mezim bûm. Kalkê min gelek derdê nezaniyê dîtibû, lewma tenê daxwaza wî ew bû ku em bixwînin. Lewma neviyên xwe hemû dan xwendinê.

Te çima biyolojî xwend?

Ji destpêkê ve, min gelek mereq dikir bê ka xwedê dinya çawa ava kiriyê. Lê kesekî bersiva pirsên min nedida. Ez hîna zarok bûm, dê û bavê min wefat kirin. Min dixwest ez bibim biyolog da ku karibim dermanan çêkim, da ku kesekî din weke min bê dê û bê bav mezin nebe. Ji ber wê jî, min xwest ez vê bêşê bixwînin. Pismamên min kurên xalên min jî li gel min dihatin dibistanê. Cîran û derdora me destûr nedida ku zarokên keç bixwînin, hîna emrê wan nedibû 14 sal, ew dizewicandin. Hemû zarokên malbata min xwendevan in. Min jî bi vê armancê da dû xeyalên xwe û heta asta bilind min xwendina xwe qedand. Ez çûm gelek deran û min li ser biyolojiyê lêkolîn kir. Hevjînê min kurê xalê min bû, gelek feyda wî li min kir, heger ne ew bûya min nedikarî ez tevî sê zarokan bixwînim û bixebitîm. Dema ez nediçûm dibistanê, hevjînê min gelek aciz dibû. Min di dema xwendina xwe de, sê zarok anîn dinyayê. Dişa min, şîre xwe da zarokên min. Wê demê şîre zarokan tine bû, derfet ne mîna niha bûn.

Te piştî xwendinê çi ar kir, te çi derman çêkirin?

Piştî xwendina xwe, 31 salî min li akademiya biyolojiyê kar kir û derman çêkirin. Înstîtûya me dermanên bi navê Însûlîn, maitalon û wetron çêdikirin. Derman destpêkê me li ser beq, kûçik, pisîk û mişkan diceribandin, berî ku em bidin mirovan me destpêkê li ser xwe diceriband, û paşê dişand dermanxaneyan. Me salê ancax dikarî sê dermanan çêkin. Profrofesor Mîncoyan em fêrî çêkirina dermanan dikirin. Mamosteyên min gelekî bi min bawer bûn, ji ber ku ez di karê xwe de gelek serketî bûm. Ez û hevjînê min, em herdû sêwî û di şertên zahmet de mezin bûbûn ji ber wê me gelek alîkarî da hev û bi hev re zarokên xwe mezin kirin û dan xwendin. Ez hêvîdar im ku civaka me li pêşiya jinan nebe asteng da ku ew jî bixwînin û civaka xwe jî bi xwe re zana bikin. Ji ber ku dema jin zana û xwende be, dikare der û dora xwe jî perwerde bike. Hesret û kula kal û pîrê me vegera welat bû. Emrê wan têr nekir û nedîtin. Lê hêviya min ew e ku neviyên wan li ser wê axa ku ji bo wan hesret û kul bû, azad bijîn.