Di ola îslamê de şarab haram e..Çeteyên DAIŞê, şaraba ji xwîna mirovan helal kirin û her roj vedixun.. Efsûnbazên ku weke nijadperestên sedsalê derketine holê; It^tîhadiyên dagirker û monarşîkên xespkar, ligel çeteyên DAIŞê û li dijî Kurdan peymanên otantîk çêkirin.
Êrîşa li hemberî Şingal û Kobanê, encama peyman otantîk e. Kûdandin û rengê êrîşan jî, stratejiya avakirina “herêma mirinê” ye. Ev navê kuştina jiyanê ye.
Nemirê 67 salî, ligel ciwanên 18 salî jiyanê diparêzin. Êrîşa li dijî Şingalê, avakirina bazara koleyan, kuştina zarok, jinan û gurandina rojnamevan û mirovan, lêgerîna li cîhana duyemîn e. Ev tê wateya kuştina jiyanê. Kuştina jiyanê înkara Xweda û pêxemberan e. Kurdan jî, li Şingal û Kobanê Xweda , pêxember û jiyan parastin. Her cara ku çeteyên DAIŞê “Allahuekber” diqîrin, li Kobanê dîmenên metafîzîk têne xuya kirin. Her kontrasta bi deklanşora makîneya Abdurrehman Gok, tê qeydkirin, dibe xeta navbera mirin û jiyanê. Toz, ax û kevirên şewitî bi hev re wek ewrên reş valahiya navbera erd û ezmanê Kobanê didagirin.
Ev jî kuştina xweza, ked û xwehdana mirovan e. Kuştina kultur û nirxên mirovahiyê ye.
Qîrêna “Allahuekber” jî nayê wateya “Xwedayê mezin”... Tê wateya qîrêna serxweşbûna şaraba ji xwînê. Ev rengê jiyana sektora dagirkeran e. Ji bo sektora dagirkeran, bikaranîna Xweda, pêxember, pirtûkên pîroz, ayet, hadîs; derew, teşqele û şantaj normal in.
Di vê dema ku sektora dagirkeran di kesayeta Koban û Şingalê de mirovahiyê dikujin, gunehkariya herî mezin li dijî ola îslamê tê kirin. Kiryarên çeteyên DAIŞê, ku xwîna mirovan kirine şarab û vedixun; berî her tiştî ola îslamê kirin oleke hetikber. Misilman êdî bi şermî dibêjin em misilman in. Dema dibêjin jî, xwe ji çeteyên DAIŞê dişon, xwe cûda dikin û dibêjin “ew kafir in, ne misilman in, dijminê ola îslamê ne.” Ocalan jî misilmanên sexte bi gotinên, “teva kedxwar in, reqik in, xeşîm in, hîlebaz in, heta bi qirikê bi dewletê, sîstemên dagirker ve girêdayî ne. Raste-rast bi polis ve, bi dolaran ve girêdayî ne. Qirêj in, tiştên dikin jî ne misilmantî ye, kirêtî û pîsîtî ye.” Ev gotinên Ocalan, ne ji bo bawermendekî, ne ji bo gelekî, ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Xweda jî, yê tevahiya mirovahiyê ye, pêxember teva jî bangî tevahiya mirovahiyê dikin. Dema ku mirov li temenê mirovahiyê, (yek milyar sal) dinêre, rêkûpêkkirina jiyanê, avakirina şaristanî, kultur, ked û xwehdan baş tê dîtin, pîroziya wê jî tê fêm kirin. Dema ku Xelacî Mansur, Baxdayê wek cîhanekê, wek gerdunekê bi nav dike, bêguman ked, xwehdan û pîroziya mirovahiyê tine ziman. Vecê Koban e.
Koban, îro bûye cîhan, bûye gerdûn û wek bajarê Troya, wek Stalîngrad, li diyarê Kenan wek Sodon, wek bajarê Ariyan Harapa, wek Dara, wek Aşîtê, Koban jî îro xwînê dimîze. Kuştina bajaran gunehkariya herî mezin e. Ev gunehkarî bi gotina Ewropiyan faşîzm e!... Gelo cûdatiya çeteyên DAIŞê ji SSên Hîtler, ji gomlekreşên Musolînî çiye? Cûdatiya kesên ku wan destek dikin ji Hîtler û Musolînî çiye? Serkêşê celladên ku xwîna mirovan dikine şarab û vedixun, Erdogan, hêviya xwe digihîne faşîstên kontra wek Erhan Akman û HDPiyan hedef nîşan dide. Şaristaniyên mirî jî dike ecdadn xwe. Mirina bajaran jî, mîna mirina mirovan cûda ye. Ji bilî tofanên xweza, kuştina bajaran bi detsê mirovan, di dadgeha dîrokê de bersiva xwe dîtiye. Kujerê bajaran, her dem hatine lanet kirin.
Erd jî, kevir jî xwîna mirovan qebûl nakin. Baran xwîna mirovan naşo. Lê çeteyên DAIŞê, mîratzadeyên Îttîhadî û monarşîkên xwespkar, xwîna mirovan vedixun. Dîroka Kobanê gelekî ne kevin e, lê biqasî dîroka mirovahiyê xwedî wate ye. Ji ber ku, di dîroka çend nifşan de, kevin û nû bi hevûdin ve hatiye girêdan û wek pireke navbera nifşan, demjiyanan e.
Koban, navê guhertinekê ye. Roja ku xetên hesinî li Kobanê hatin dirêj kirin, demjiyanên şikeftan û şaristaniya îro bi hevûdin ve girêda. Bû wargehê baxûbîstanên ku di cîhana kevin de, navê jiyana abadanî “genim û dexl” li xwe kir. Koban û dexl û genim, navê gerdûnê ne, navê berdewam jiyanê ye. Îro jî Koban bi wê nasnamê tê naskirin û bû destpêka çîroka sedsalê. Troya dexalet û teslîmbûn qebûl nekir, Stalîngradê, Aşîta teslîm bûn û dexalet qebûl nekirin. Kobanê jî dexalet û teslîmbûn qebûl nekir. Xwîna ciwanên xwe, xwîna zarokên xwe, xwîna keçên xwe di tasên zêrîn de bifermoyî gunehkaran nekir. Her ciwanê Kurd, darê çeka xwe di mista xwe de şidand û dagirkerên ku xwîna mirovan dikine şarab û vedixûn şandin “diyarê miriyan”. Çeteyên DAIŞê berzeh û teqana gemarî ya kujer in û cîhan dorpêç kirine.