Rola Fransa û Almanya
YEK-KOM’ê da zanîn ku ne tenê li Kurdistan, li bajarên Ewropayê di serî de jin, gelê kurd li dijî hêzên kujer dengê xwe bilind dikin û got: “ Ev saleke ku Jinên Kurd her Çarşemê li kolanan çalakiyan li dardixînin û edaletê dixwazin. Şermezarkirina herî mezin di 11’ê Çileyê 2014’an de Parisê tê li darxistin. Em bang hemû gelê Kurd û dostên Kurdan dikin tevlî şermezarkirina Komkujîya Parîsê bibin. Di serî de jî divê jinên Kurd bi beşdarbûnek xurt li dijî vê komkujiya hovane dengê xwe bilind bikin û Jiyanek Azad de israr bikin! Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku 11'ê Çile li Parîsê bin û bang ronîkirina vê komkujiyê bikin.
DUSELDORF