Şanda KNK’ê ji aliyê sekreterê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ferec ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê û yekîtiya neteweyî hatin guftûgokirin.


  ‘HDP bo hemû kêmnetewan e’

Sekreterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec jî destnîşan kir ku li pêşiya gelê Kurd firsendek dîrokî heye û wiha got: “Nabe ev firsend bi hesabên biçûk were jinavbirin.” Mihemed Ferec wiha got: “Em niha di pêvajoyekê re derbas dibin ku cîhan piştgiriya Kurdan dike. Di vê rewşê de yekîtiya neteweyî pir giring e. Di vê çarçoveyê de xebatên KNK dimeşînin nirxdar e.”

Sekreterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyê û di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “HDP ne tenê Kurdan, partiyeke nûnertiya hemû kêmeneteweyên li Tirkiyê dike. Divê çarçoveyê de ji bo HDP derbasî parlamentoyê bibe, çi ji destê kê were divê zêdetir bike.” 


 ROJNEWS/HEWLÊR