Li gorî daxuyaniya ku ji civîna awarte ya Yekitiya Ereban derket ku li Qahîreyê pêk hatibû, dê di demke kurt de sekreterê giştî yê Yekitiyê Nebîl El Erebî biçe Şamê û ji rejîma Sûriyeyê  re pêşinyarekê ji bo çareseriyê bibe. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk dê El Erebî serokatiya heyeteke ku ji 6 wezîrên ereb pêk tê bike û biçin Şamê da ku pêşinyara welatên ereb ya ji bo çareseriyê ji rejîma Esad re pêşinyar bikin.
Di daxuyaniya Yekitiyê de bang li rejîma Sûriyeyê hate kirin ku êdî xwîn neyê rijandin û biaqil tevbigere berî ku ji poşmanî jî êdî feyde neke.
Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bang li rejîma Sûriyeyê hate kirin ku rêzê ji mafên welatiyên xwe re bigire û daxwazên gelê Sûriyeyê ên ji bo jiyaneke bi rûmet û guhertinên pêşketî di hemû warên siyasî û civakî de pêk bîne.  Herwiha Siûdiya Erebistanê, Behreyn û Kuweytê jî bang li sefîrên xwe yên li Sûriyeyê kirin wekî nerazîbûnekê li hemberî kuştina xwepêşandaêran.
Ji aliyekî din ve xwepêşanên li dijî rejîma Esad li gelek bajarên Sûriyeyê berdewam dikin û nerazîbûnên gel li navçeya Şamê Kefer Sûsê piştî sedagirtina camiya Rifayî û işkenceya kul i îmamê wê hate kirin zêde bûn. Xwepêşandêran li navçeya Kefer Sûsê nerazîbûnên xwe li hemberî zext û zora hêzên dewletê anî ziman û dest bi xwepêşandanên mezin kirin.
wekî bersivekê ji rejîma Sûriyeyê li hember zext û ambargoyên Amerîkayê rejîma Sûriyeyê jî biryara ambargoya li ser dolar da.

Li şûna Dolar, Euro

Sûriyeya ku meha adarê ve bi serhildanên muxalîfan re rû bi rû ye, li hemberî danekirinên DYA’yê dest bi hewldaneke balkêş kir. Hat diyarkirin ku wê welat di bazirganiya xwe ya derve de li şûna Dolar, Euro bi kar bîne.

ŞAM