Bi hezaran kes beşdarî meşa ji aliyê Yekitiya Star ve hatibû lidarxistin bûn. Her wiha hemû hewldanên siyaseta qirkirina li ser jinan jî hatin şeremzarkirin.
Jinên Kurd di bin banê Yekitiya Star de xwe li Rojayê Kurdistanê bi rêxistin dikin. Di vê çarçoveyê de du li Efrînê meşek bi girseyî ji aliyê jinên Kurd ve hat lidarxistin.
Di meşê de Endama Meclîsa Yekitiya Star Ronahî Delîl axaftinek kir û bal kişan ser kongreya Yekitya Starê û diyar kir ku kongre bi awayeke serkeftî derabas bû. Delîl kongreyê li hemû jinên Rojavayê Kurdistanê û Kurdan pîroz kir. Ronahî bal kişand ser girîngiya yekitiya nava hêzên Kurd de jî û got; “Divê jin bi awayeke çalak di nava Xweseriya Demokratîk de cihê xwe bigirin.”
EFRÎN