Amadekariyên hilbijartinê
Di daxuyaniyê de YNK’ê, pêwîstî pê daye ku hilbijartin di demê xwe de pêk werin û ew sazî û alîgirên xwe ji hilbijartinê re amade dikin û xwest ku goftûgoyên di derbarê hilbijartina de bi dilerehî pêk werin, her wiha hêvî kir ku ev hilbijartin bibin egerên lihevkirinê û bibin binyada avakirina çanda demokrasiyê di nava civakê de.
YNK'ê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bi kampanya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya aşîtiyê li bakurê Kurdistanê re eşkere kir. YNK’ê diyar kir ku Mam Celal berî nexweşiya xwe kampanyeke bi vî awayî plan kiribû ku gelek siyasetmedar û kesayetên navnetewî beşdarî bibin.
SILEMANÎ