YPG, da zanîn ku di çalakiyê de 7 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin û 4 birîndar bûne. Di daxuyaniyê de Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê destnîşan kir ku rêjîma Baas dev ji kiryarên xwe yên êrîşkar û topbarana ser Şêxmeqsûd bernede, dê YPG jî erkê xwe yê Parastina rewa bernede û bersiva êrîşên rêjîma Baas bide.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîste hêzên rêjîmê yên ku li Eşrefiyê xwe bicih kirine, xwe vekişîne û rêyên di navbera herêmên El-Ewarid û Mexselet El-Cezîre û Taxa Eşrefiyê û navenda bajêr vekin.
Şervanê YPG'ê jiyana xwe ji dest da
Pêr li Şêxmeqsûd di navbera Yekîneyên Parastina Gel û hêzên rêjîma Baas de pevçûnan rû da. Di encama pevçûnan de şervanê YPG’ê Rustem jiyana xwe jidest da û 5 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û gelek birîndar çêbûn. Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûnan de şervanê wan Elî Şêxo bi nasnav Rustem jiyana xwe jidest daye. Navenda Çapemeniya YPG’ê da zanîn ku şervanên wan çalakiya bersivdayînê lidar xistine û 5 leşkerên rêjîma Baas hatine kuştin.
Hewldana ketina taxê
Di daxuyaniya YPG’ê de hate diyarkirin ku duh pevçûnên dijwar di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rêjîma Baas ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de rû dane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji beriya 3 rojan ve hêzên rêjîma Baas hewldanên xwe dike ku herêmê têxe bin kontrola xwe û di encama bersivdayîna YPG’ê de pevçûn li herêma Eşerfiyê û Mexselet El-Cejîre û El-Ewarid a Şêxmeqsûd derketine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên dijwar li herêma Mexselet El-Cezîre û El-Ewarid a Şêxmeqsûd rû dane
YPG di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: ‘’ Em soz didin hemû gelê xwe yên Şêxmeqsûd bi ereb û kurdên wê biparêzin û em ê heta dawî li ser soza xwe bin û em ê mertalên parastina gelê herêmê bin, her wiha emê êrîşên rêjîma Baas a li dijî sivîlan bê bersiv nehêlin. Emê heta deqeya dawî ji jiyana xwe li ber xwe bidin.’’
HELEB