Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên ku li Kantonên Kobanê û Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têne meşandin de, daxuyaniyek weşand. YPG’ê doh destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de di operasyonên ku li Kobanê û Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têne meşandin de, bi giştî 13 gund, 5 gundik û girek hatine rizgarkirin û 35 çete jî hatine kuştin. Di daxuyaniyê hat gotin ku Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 27’an de bi serkeftî berdewam dike. Di daxuyaniyê de ev gahî hatin dayin: “Operasyonên di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de tên lidarxistin, li başûr rojavayê Serêkaniyê didomin. Şevê din û îro siharê hêzên me li heman herêmê derbeyên giran li çeteyan xistin. Hêzên me di nava 24 seatên dawî de li vê herêmê gundên Xiwêlan, Xwêra Biçuk û Xwêra Mezin, Recim Enwe, Nestel, Tibe, Hewasî, Hacir, Girê Hacir, dîsa 5 mezra ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Xebata lêgerînêya hêzên me li herêmê berdewam dike.”


Li Kobanê 5 gund rizgar bûn

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li herêma Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: “Operasyona Şehîd Şoreş Amed a ku ji aliye hêzên me ve li rojhilatê Kobanê hatibû destpêkirin, ketiye roja xwe ya sêyemîn. Di çarçoveya vê operasyonê de ji bilî 11 gundên ku rojên derbasbûyî hatibûn azadkirin, duh jî 5 gundên din ji çeteyan hatine paqijkirin. Navê gundên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin wiha ne; Ixdê, Meraser, Kepinrepênê Mezin û Biçuk û Mizxane ya Biçuk.” Her wiha Navenda YPG ragihand ku di operasyonê pêkhatiye de hêzên wan qasî hatiye zelalkirin 35 endamên çeteyan kuştine û wiha pê de çû: Hêzên me li van qadan tevî 17 termên çeteyan dest danîn ser 13 kilêş, 4.000 fîşekên kilêşan û 62 şarjorên kilêşan, 2 BKC û 3.000 fîşekên BKC, 3 roketavêjên B7 û 6 gulleyên wan, 3 çîfte, 17 bombeyên destan, 6 roketên hawana 60 mm, dûrbînek, dûrbînek şevê û hejmarek zêde amûrên leşkerî ya çeteyan. Rêhevalekî me ku di serkeftina operasyonê de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.” 


 SERÊKANIYÊ/KOBANÊ