
´Êrişî vîna gelan dikin´
PYG ragihand ku dem dema hebûn û tunebûnê ye û got, yan emê li ber xwe bidin û herêma xwe ji çeteyan paqij bikin û piyên wan bişkînin, an jî em di her tiştî bibuhurin. Me biryar girt ku em heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û em ti carî paş ve venagerin. Emê xwîn û canê xwe ji bo azadî û rûmeta xwe bidin. Emê hemû êrîşên çeteyan têk bidin, wekî me beriya niha bi lehengî û vîna xwe ya pola û mêrxasiyên welatiyên azadîxwaz hemû êrîşên çeteyan têk dane. Emê çeteyan têk bidin û derseke dîrokî bidin wan.”
´Roja arastina destkeftiyan e´
Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Kobanê bang dike, dem dema yekîtiyê ye. Ji bo ala rengîn li banê Kobanê bilind bimîne, her tiştî bidin aliyekî û bila durişma we ‘Kobanê azad û bedew’ be. Em nahêlin alên reş li ser bostek axa me ya pîroz bête rakirin. Em nahêlên kiryar û hovîtiya çeteyan axa me qirêj bikin. Eger em li ku derê bin jî, bila dilê me bi Kobanê re be, bila dilê me ji bo Kobanê lêde, bila guh û çavên me ber bi dilê me Kobanê ve bin. Emê Kobanê biparêzin û parastina wê bikin.” Daxuyaniya YPG’ê wiha bi dawî bû: “Ev serferberî, hemleya şoreşgerî ye. Ev roja rakirina çek û parastina hebûn û rûmetê ye. Em bang li hemû welatparêzan dikin ku berê xwe bidin Kobanê û em bi hev re efsaneyan, efsaneya Kobanê binivîsin.”
KOBANÊ
70 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir di pevçûnên dawî ên li herêma Kobanê de 3 ji wan emîr bi giştî 70 çete hatine kuştin. YPG'ê destnîşan kir ku komên çete yê DAIŞ`ê ji 3 aliyan ve êrîşî herêma Kobanê dikin û li ser vê yekê şer û pevçûnên di navbera wan û hêzên YPG'ê de didomin. Li gor daxuyaniyê komên çate li aliyê başûrê Kobanê bi çekên giran êrîşî gundên Cadê û Aşmê kirine û di encamê de hijmarek welatiyên sivîl birîndar bûn e. Li ser vê hêzên YPG`ê bersiva êrîşê dan û di navbera wan û DAIŞ`ê de pevçûnên dijwar rû dane.
Emîrek Misrî hat kuştin
Hate gotin ku encama pevçûnan de emîrekî Misrî jî di nav de 4 çete hatine kuştin, cenazeyê emîrê Misrî di destê şervanên YPG`ê de ye. YPG'ê da zanîn ku çeteyan ji li başûr û rojavayê Kobanê jî êrîşî gundê Xiros kirin û got, di şerê li vir jî 2 emîrên bi navê Ebû Yûsiv El-Tenfîzî û Adem El-Şîşanî jî di nav de 9 çete htin kuştin. Komên DAIŞ`ê her wiha êrîşî gundên Boraz û Digrmanê kirin.
3 YPG´yî jiyana xwe ji dest dan
Navenda Çapemeniya YPG`ê diyar kir ku di pevçûnên bi komên DAIŞ`ê re 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest dane. Nasnameya şervanên YPG'ê wiha ye: Ezîza Hisê bi navê nas Diriya Dilovan Di sala 1994´an de li bajaroka Tebqa ya bi ser Reqayê hatiye dinê. Di sala 2013'an de tevlî nava refên YPG'ê bû û di 19'ê Adarê de di berxwedana bajaroka Sirîn a Kobanê de jiyana xwe jidest da. Canfida Pîro bi nas nav Rojhat Botan, li gundê Zirvekê hatiye dinê. Di sala 2012'an de tevlî nava refên YPG'ê bû ye û di 18`ê Adarê de di berxwedana li gundê Aşmê yê Başûrê Kobanê de jiyana xwe jidest da. Şêxo Şahîn bi navê nas di sala 1992´an de li gundê Bilikê hatiye dinê. Di 18`ê Adarê di berxwedana li navçeya Sirîn yê Kobanê de jiyana xwe jidest da.
KOBANÊ
7 gund hatin rizgarkirin
Fermandariya YPG'ê ya Serêkaniyê bîlançoya çalakiya rizgarkirina gundê Til Xenzîr û gundên derdora wê eşker kir. Fermandariya YPG'ê ya Serêkaniyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan bi armanca piştgiriya Kobanê û dilsoziya bi şehîdên Qamişlo re li dijî bargehên çeteyan ên li gundê Til Xenzîr û gundên derdora wê çalakî dan destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan gundê Til Xenzîr a 25 kîlometrî rojavayê Serêkaniyê wekî bargeh bikar tanîn û ji vir êrîşî welatiyên herêmê dikirin. Di berdewamd daxuyaniyê de hate destnîşan kirin YPG'ê ji bo planên çeteyan ên dijminahî li herêmê operasyona rizgarkirina gundê Til Xenzîr û gundên derdorê dan destpêkirin û di encamê de 7 gund hatin rizgarkiri. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyê de 32 endamên komên çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane ketine destê YPG'ê.
SERÊKANIYÊ