
Di pevçûna li gundê Yusufiyê de hat gotin ku 32 êrîşkar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gundê Ebû Hecer jî girê di nava gund ket destê YPG’ê û 21 êrîşkar hatin kuştin û 2 jî dîl hatin girtin. Her wiha wesayîtek doçka jî hat rûxandin, 2 wesayît, topên hawanê, çekên keleşnîkov û BKC jî hatin desteserkirin.
TIRBESPIYÊ: Li gundê Beyazê, Çêlekê û Xerdûka di navbera şervanên YPG’ê û komên çete de pevçûnên dijwar rûdan. Pevçûnan saet 02.00’an de dest pê kir û heta serê sibehê saet 08.00’an dom kir. Li gorî çavkaniyên herêmî di pevçûnên li Çêlekê û Xerdûka de 10 êrîşkar hatin kuştin. Li gundê Çêlekê jî saet derdora 03.00’an de pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnên ku heta seat 07.00’an dom kir de, gelek êrîşkar hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li herêmê pevçûn cîh bi cîh dom dikin.
Li aliyê din komên çete şevê berîn êrîşî gundê Lêlan ê girêdayî Tirbespiyê kirin û di navbera wan û şervanên YPG’ê de şer derket. Di encama şer de gelek êrîşkar hatin kuştin. Di şer de 2 şervanên YPG’ê şehîd ketin.
KOBANÊ: Li herêma Kobanê jî piştî ku komên ‘Artêşa Azad’ êrîşî gundê Boraz kirin, di navbera wan û şervanên YPG’ê de şerên dijwar derketin. Di pevçûnên saet 18.00’an de dest pê kir û heta saet 00.00’an dom kir de, gelek êrîşkar hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Minbicê hatine girtin, komên çete 20 cenaze birine Minbicê.
Hat gotin ku di pevçûnan de ji gundê Boraz welatiyê bi navê Ebû Zeyt Mehemed Şêx Îbrahîm jî jiyana xwe ji dest daye. Hat gotin ku 4 zarokên Şêx Îbrahîm hene û cenazeyê wî li Goristana Şehîdan a gundê Termikê hatiye veşartin.
TIL EBIYAD: Hat ragihandin ku komên çekdar ji gundê Camis topên hawanê diavêjin gundê Kendal. Şervanên YPG’ê jî di navbera gundên Yarkoyu û Til Xidir de wesayîtek doçka rûxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN
2 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Siyabend Cemîl (Hogir) û Cudî Tirbespiyê ku di 13’ê tebaxê de li gundê Mazluma yê Tirbespiyê di şerê bi komên çete de şehîd ketibûn, li Qamişloyê ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.
Cenazeyên Siyabend Cemîl û Cudî Tirbespiyê ku anîbûn Mizgefta Qasimoyê, di saetên êvarê de ji mizgeftê hatin wergirtin û bi konvoyek ji dehan wesayîtan pêk dihat birin Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li taxa Meyselûnê.
Piştî ku konvoy gihîşt goristanê merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi hezaran kes tevli bûn de dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di merasîma bi rêzgirtinê dest pê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, malbatên Cemîl û Cudî Tirbespiyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser berxwedana YPG’ê ya li hemberî komên çete hat rawestandin û pêwîstiya tevlîbûna YPG’ê hat vegotin.
Di merasîmê de her wiha li ser wesiyeta Siyabend Cemîl strana ‘gerîla me ez gerîla me’ hat guhdarkirin. Piştre cenayên şervanên YPG’ê spartin axê.
QAMIŞLO