Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bal kişand ku di çandin û belavkirina madeyên tiryakê de, tiliya hinek partiyên siyasî heye, ev partiyên hanê dixwazin ji têkoşîna YPG'ê ya li dijî vê yekê jî rantê bi dest bixin, lê ew ê li dijî hemû êrîşên li ser gel têkoşîna xwe bilind bikin.
Ji rayedarên YPG'ê Sîpan Hemo, têkildarî operasyona li hemberî çandin û belavkirina madeyên tiryakê ku li bajarê Kobanê hatibû destpêkirin, ji ANF'ê re axivî. Sîpan Hemo, anî ziman ku ji destpêka pêvajoya şoreşê re wan xwest ku aramiya li herêmên Kurdan bi parêzin, lê dijminên wan her tim dixwazin aloziyan derxînin û ev tişt gotin: "Dixwazin di nava gel de aloziyên mezhebî pêş bixin. Gelê Kurd li hemebrî van hişyar bû, li gorî wan tevnegeriya. Dema nekarîn bi çekan bikevin herêmên Kurdan û tevlîheviyê bikin, serî li rêbazên cuda yên wekî heşîşê dan." Hemo, destnîşan kir ku ev lîstokek gemar a li ser gel tê meşandin e û xwest ku gel li hemberî vê yekê hişyar be û tedbîrên xwe bigire.
Hemo, ji ber ku li dijî çandina heşîşê tedbîr negirtine rexne li Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENSK), her wiha partiyên siyasî kirin û wiha axivî: "Ev 6 meh e li ser mijarê tê axaftin, lê mixabin li herêma Kobanê nekarîbûn pêşiya vê yekê bigirin. Lewre çandin zêde bû û giştî astek wisa ku wekî çekekekê li dijî gelê me bê bikaranîn."

Sedema mudaxeleyê

Sîpan Hemo, da zanîn piştî ku herdu meclîsan û partiyên siyasî pêngav ne avetin, ew mecbur mane ku mudaxele bikin û wiha dom kir: " Operasyon ev 3 roj e didome. Em pir bi baldarî didomînin. Li gel ku hinek astengî hene jî, encam çi dibe bila bibe em nahêlin ku zirar bigihîje gelê me. Êdî ev erk ji me re ma."
Hemo, got ku piştî operasyonê hinek kes vê meseleyê bi aliyên madî û feqîriyê ve girêdidin, lê ev ne rast e û li ser vana xalan rawestiya: "Bila hemû kes zanibe ku ev operasyon heta ev karên hanê bidawî dibin, dê bidome. Ev operasyon niha di çarçoveya rakirina heşîşê de didome, lê di pêşerojê de dê derbarê kesên vî karî dikin de jî cezayên giran bêne dayîn. Mijar tenê madî baya, me dê bi rengekî din alîkariyek bidaya gelê xwe, lê ev jehrek ku raste rast mejiyê mirovan hedef digire ye. Lewre bila gelê me teng lê nenêre û li pêşiya operaksyona me astengiyan dernexîne, alîkariya me bike."

Partiyên li pey ranta siyasî...
Li ser hinek gotinên wekî, "YPG li dijî risqê me radiweste" jî Hemo, got ku ev gotin rê li ber hinek nerazîbûnan vedike, hinek partiyên siyasî yên Kurd jî, dixwazin ji vê yekê ranta siyasî bi dest bixin. Hemo wiha dom kir: "Lê ji bo me ya girîng, berjewendiyên gel in. Tiştekî exlaqî nîn e ku ev partiyên hanê ji xwe re encamê derxînin."

'Di destê me de belge hene'

Rayedarê YPG'ê Sîpan Hemo, bal kişand ku di dema operasyonê de hinek agahî ketin destê wan û ev agahî jî wiha rave kirin: "Di van agahiyan de tê dîtin ku di belavkirin û çandina heşîşê de destê hinek partiyên siyasî heye. Em aşkera dibêjin ku em ê bi biryarî li dijî van partiyan derkevin. Hinek partiyan ji gundiyan re gotine 'divê hun li dijî operasyona YPG'ê derkevin da ku hun karibin berhema xwe rabikin'. Em vê yekê qebûl nakin. Heke partî nikarin li dijî heşîşê bisekinin, divê alîkariya operasyona me bikin."

'Operasyon wê bidome'

Hemo, anî ziman ku ew ê operasyona li Kobanê heta bidawîbûnê çandina heşîşê bidomînin û ev tişt gotin: "Dijminên gelê Kurd ku nekarîn Kurdan bi rêbazên wekî çekan li dijî hev derxînin, vê carê serî li madeyên wekî heşîşê dan. Em jî wekî YPG'ê ji bo parastina gel xwe berpirsyar dibînin. Em ê di her şert û mercan de, li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe bidomînin."
Hemo, Ji gelê Kobanê xwest ku xeteriyê zanibe, talukeyê nas bikin û wiha dom kir: "Ev madeyek jehrî ye û bi zanebûn xistine nava gelê me. Dijmin vê yekê bi zanebûn wekî jehrekê li nava gel belav dike û bi rêbazên zirav dike. Bi v ê yekê dixwaze doza Kurd têk bibe. Lewre divê gelê me hişyar be."
Hemo, Cejna Qurbanê jî li gel pîroz kir û xwest ku ev cejin bibe cejna yekîtî û azadiyê ji bo hemû gelan û gelên Kurdstinê.  n

ANF/SERÊKANIYÊ




 Li Helebê dîsa êrîş

Hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad, li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsud ên Helebê ku piranî kurd lê dijîn êrîş birin ser Kurdan. Dema ku Kurd ji bo protestokirina êrîşên doh yên li dijî Kurdan protesto bikin meş lidardixistin, Artêşa Suriyê yê Azad girseyê gullebaran kirin. Di gullebaranê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên YPG'ê jî bersiv dan Artêşa Azad û şer deket. Encama şer nehate zanin. 




YPG: Eleqeya me tune

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), diyar kir ku tu eleqeya wan bi windabûna Endamê Polît Buroya Partiya Demokrata Kurd li Suriyê (El Partî) Behzad Dorsen re tune ye, berevajî vê yekê li ser serlêdana rayedarên El Partiyê, ew ji bo peydakirina Dorsen di nava xebatan de ne.   Ji berpirsyarên YPG'ê yê Dêrikê Mehmud têkildarî mijarê anî ziman ku piştî herdu kes pêr winda bûn agahî ji wan nehat girtin, rayedarên El Partî serî li YPG'ê dane û xwestine ji bo peydakirina endamên wan alîkariyê bidin.
Mehmud, destnîşan kir ku piştî serlêdanê yekîneyên wan ketine nava liv û tevgerê û ji bo aqubeta herdu kesan zanibin, bi hemû hêza xwe dixebitin. Mehmud anî ziman ku ji bo vê yekê çi bikeve ser milê wan ew ê bikin.
Mehmud, anî ziman ku hinek derdor dixwazin li bajarê wan tevlîheviyê çêbikin û dixwazin tiştên ku ew bixwe dikin bixin stuye YPG'ê. 
Mehmut bang li gel kir ku li pey van derdoran neçin, baweriya xwe pê ne înin û alîkariya wan bikin da ku bûyerên bi vî rengî çênebin.  Endamê Polît Buroya El-Partî Behzad Dorsen û berpirsê El Partî yê Dêrikê Nîdal Selîm ji duh ve winda ne. Piştî ku agahî ji herdu kesan nehat girtin, hinek malperên înternetê nûçeyên ku îdîa dikin herdu kes ji aliyê YPG'ê ve an jî hêzên girêdayî PYD'ê ve hatine revandin, weşandin. 

DÊRIKA HEMKO