Hat diyarkirin ku di operasyonê de heta niha 14 gund û hejmarek mezra hatine rizgarkirin û operasyon jî bi awayekî serketî dewam dike. Li gorî daxuyaniyê li gundên Ebu Guseyf û Şermux a dikeve bakurê Til Hemîs'ê pevçûn hîn jî didome. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku operasyona li dijî çeteyên hewl didin li herêmê komkujiyan bikin jî dewam dikin û agahiyên li ser vê operasyonê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.


Bîlanço eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnan de ev agahî dan: "Çeteyên DAIŞ'ê êvara 14'ê Îlonê li hember gundên Cibil Ferac, Derbazinê, Mişko, Haci Îsmaîla û Girê Zaxros ên li rojavayê Kobanê û Gire Şehîd Xabûr ê li başûrê Kobanê bi topên hawan û obûsan êrîşêk lidar xistin. Êrîşa çeteyan heta sibeha 15'ê Îlonê berdewam kir. Êvara 14'ê Îlonê hêzên me li nêzîkî gundê Gêtaşê yê li rojavayê Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiyêk lidarxistin. Di çalakiyê de wesaîtek çeteyan hat rûxandin lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan hene. 14'ê Îlonê li hember çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Ravya yê li  rojavayê Serêkaniyê xwe bi cih kiribûn çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 3 wesaît hat rûxandin û depokeye avê ya çeteyan bikar dianîn jî hat xerakirin. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çê bûye. Êvara 14'ê Îlonê yekîneyek çeteyên DAIŞ xwest ji gundê Arcê yê li bakur rojavayê Cezaa bikevin qadên hêzên me, lê piştî hêzên me bersiv dan çete neçar man vekişin. Şeva 14'ê Îlonê çeteyên DAIŞ li hember navçeya Rebîa ya Mûsilê êrîşêk pêkanîn. Hêzên me di cih de bersiv dan çeteyan û derb li wan xistin. Di encama destwerdena hêzên me de çeteyan derb xwarin û neçar man xwe vekişînin. Êvara 14'ê Îlonê çeteyên DAIŞê xwestin ji 2 baskan ve bikevin taxa Ferîla û Xwêran a li başûrê Hesekê. Hêzên me li her du cihan de derb li çeteyan dan û çeteyan neçar man xwe vekişînin. Kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."

DAIŞ komkujî kir

Hikûmeta Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyekê komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundiyên Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî bajarokê Til Hemîsê ku tê gotin herî kêm 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan hate kirin ku bi berpirsiyariyên xwe yên mirovahî rabin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê roja Yekşemê di 14’ê Îlona 2014’an de li gundê Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî bajarokê Til Hemîs ê li başûrê bajarê Qamişloyê, komkujiyek li dijî welatiyên sivîl pêk anîn. Di komkujiyê de 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Çeteyan her wiha bêtirî 60 malên welatiyên ku ji ber hovîtiya çeteyan reviyabûn, şewitandin. Çeteyan hejmarek ji welatiyên sivîl dorpêç kirin û nehiştin ji deverên pevçûnan derbikevin.” Li aliyê din çeteyên DAIŞê, Qamişlo û derdora wê bi topên hewanê topbaran kirin. Di encamê de 10 topên hewanê de li Qamişlo ket û 5 welatî jiyana xwe li dest dan. Ji vana 3 zarokin û 4 kes jî birindarin. 2 topên hewanê li Nisêbînê ketin û ziyanên maddî çêbûn.  

 NAVENDA NÛÇEYAN