
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi tundî bersiv da êrîşên komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destek kirin. Di encama mudaxeleya YPG’ê de bi dehan endamên komên çete hatin kuştin, ji komên çete 7 kes jî dîl hatin girtin.
Piştî ku komên çekdar li Serêkaniyê êrîşê gel kir û di encamê de Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xalîd jiyana xwe ji dest da, YPG’ê mudaxeleyê komên çete kir. Di encamê de gelek endamên komên çete hatin kuştin. Piştî şerê dijwar yên pêr û şêva din dabeyên giran li komên çeteyan hatin xistin. Hat ragihandin ku YPG’ê 18 cenazeyên endamên komên çete yên di destê xwe de radestî wan kir. Her wiha hat hînbûn ku 7 endamên çeteyê jî ji aliyê YPG'ê ve dîl hatine girtin.
Roja 19’ê mijdarê li bajarê Serêkaniya rojavayê Kurdistanê, piştî ku Desteya Bilind a Kurd biryar girt li Serêkaniyê meşekê li dar bixe, ji bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê gelek Kurdistanî bi wesayîtan ber bi Serêkaniyê ve bi rê ketin. Lê beriya meşê komên çete yên ku di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajar û bûbûn sedema gelek aloziyan, êrîşî noqteya asayîşa sivîl kirin. Di vê êrîşê de nehiştin ku gel dakeve bajar û ala asayîşê jî şewitandin.
Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û rayedarên PYD'ê çûn cihê bûyerê û xwestin ku sedema meşê ji koma çekdar re ragihînini. Bêyî ku hişyariyekê bikin û li daxwazên wan guhdar bikin gule bi ser gel de barandin. Di encama vê êrîşê de Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl ku di sala 1973'yan de li Serêkaniyê ji dayik bûye û Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê qedandibû şehîd ket. Xelîl, kesekî zewicîbû û bavê 2 zarokan bû.
Xelîl jiyana xwe ji dest da û ciwanek jî birîndar bû. Li ser vê yekê gerîlayên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşî ser koma çekdar kirin. Di encama êrîşa gerîlayên YPG’ê de di nav de 3 payebilind ê koma çekdar ê bi navê Ghuraba el Şam Alî Aksud, Mecîd Ebdullah û Fair Heci Rahim jî hebûn gelek kes ji wan hatin kuştin.
Hate ragihandin ku bajar ji komên çete hatiye paqijkirin û li kolanên Serêkaniyê tu endamên komên çekdar nemane.
Hat diyarkirin ku di encama pevçûnên dijwar de 2 gerîlayên YPG’ê yên bi navê Xalid Omer Hemo di sala 1981’an de li Serêkaniyê ji dayik bûye û Salah Eyo Şêxo bavê 3 zarokan bû û di sala 1972’an de li Serêkaniyê ji dayik bûye û êzidî ye û endamê hêzên asayişê Silêman Sîno yê di sala 1984’an de li Derbesiyê ji dayik bûye, şehîd ketin.
Komên çete di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajar. Piştî ev komên çete ketin bajar ku tê gotin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribû. Di encama van êrîşan de herî kêm 10 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, 70 kes birîndar bûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirê 11 hezar kes koçber bûn.
ANF/SERÊKANIYÊ
‘Me gelê xwe parast’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastina Gel derbarê şer û êrîşên li Serêkaniyê de, daxuyaniyek da raya giştî. Encamên pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê aşkere kir. YPG'ê da zanîn ku di encama êrîşan de 2 endamên YPG'ê, endamek Mala Gel a Serêkaniyê û endamek Asayişê jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariyê destnîşan kir ku tevî diyaloga bi hêzên li Serêkaniyê re berdewam dikir jî, hin komên çekdar di çarçoveya planên rêjîma Tirk êrîşî navendên hêzên YPG kirine û weha dewam kir: "Komên çete yên xwe weke Xûrana El Şam û Eniya El Nesra binav dikin pêr saet 9 û nîvê sibehê êrîşî navenda kontrolê ya hêzên asayîşê kirine. Dema êrîşê bajarê Serêkaniyê xwe ji bo pêşwazîkirina deh hezara kesî dikir. Gelê me wê rojê di bin navê 'Vegerin cih û warên xwe' xwe ji bo xwepêşandanek aştiyane amade dikir. Di encama vê êrîşê de Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl şehîd dikeve."
'Me mafê parastinê bikar anî'
Fermandariya YPG da zanîn ku bi armanca dawî li şer û êrîşan were, hewl dane ku bi rayedarên komên çekdar re diyalogê pêş bixin lê tevî van hewldanan jî, êrîşên li dijî navendên hêzên YPG’ê dewam kirine û weha got: "Li hemberî êrîşa komên çekdar, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) neçar ma ku ji bo parastina xwe mafê bersivdayînê bikar bîne. Şerên hêzên me bi van komên çekdar re heta derengiya şevê berdewam kirin. Di encamê de hêzên me çeperên xwe parastin û pêş de çûn."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG derbeyên ku li komên çekdar hatin xistin jî weha rêz kir:"Li gorî agahiyên destpêkê hêzên me 18 cenaze radestî komên çekdar kirin. 7 endamên wan dîl hatin girtin. Ji ber ku piraniya kuştî û birîndarên wan derbasî Tirkiyeyê hatin kirin, hejmara giştî ya kuştî û birîndarên van koman nehat zelalkirin. Di şer de gelek çek û alavên leşkerî jî hatine desteserkirin."
Fermandariya YPG encamên şer weha ragihand: "Di vê şerî de hevalên me Silêman Mihemed Sîno yê 19 salî û Ehmed Sîno Qewas yê 28 salî bi lehengî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de endamê Mala Gel Selah Eyo Şêxo û endamê hêzên Asayîşê Xalid Umer Hemo dema ku ji bo agirbestê di nava hewldanan de bûn, ji aliyê komên çete ve dîl tên girtin bi awayekî hovane tên kuştin."
Banga hişyarî û tevlîbûnê
Di daxuyaniyê de bang li hêzên Kurdî, Erebî, Asûrî û Ermenî jî hat kirin da ku bi lîstikên dewleta Tirk neyên xapandin û ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk têkoşîna hevpar pêş bixin. Daxuyanî weha bidawî dibe: "Em weke Yekîneyên Parastina Gel didin zanîn ku berdêla wê giran be jî, em ê gelê xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Di heman demê de em bang li hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku tevlî nava refên YPG bibin û cihê xwe di nava têkoşîna rûmetê de bigrin."
ANF/QAMIŞLO
Bi sloganên 'Şehîd Namirin' hatin definkirin
Bi hezaran Kurd li Dirbêsiyê tevli merasîma cenazeyên 5 kesên di êrîş û şerê Serêkaniyê de jiyana xwe disetdan bûn. Cenazeyê Serokê meclîsa Serêkaniyê Abid Xelîl, endamê hêza asayişê Xalid Omer Hemo, Selah Eyo û du gerîlayên YPG'ê yên di dema mudaxeleyî çeteyan kirin de jiyana xwe ji dest dan Silêman Sîno, Ehmed Qewas bi beşdariya hezaran kesî doh hatin definkirin. Cenaze li Dirbêsiyê li goristana Şehîd Rûstem a Berkevirê hatin definkirin. Di dema merasîmê de sloganên 'Şêhîd Namirin' hatin qêrîn.
DIRBÊSIYÊ
TEV-DEM’ê êrîş şermezar kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek di daxuyaniya nivîskî de destnîşankirin ku li Serêkaniyê komên çete beriya meşa girseyî ya Desteya Bilind a Kurd êrîşî alên asayîşa sivîl kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokê Meclisa Gel a Bajêr Abid Xelîl xwestiye ji van koman re bêje meşa gel a sivîl û demokratîk heye, lê van çeteyan gule barandine û di encamê de Xelîl 2 gule ji serê xwe, yek jî ji singa xwe xwar û jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 5 endamên asayîşê jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku TEV-DEM van êrîşan wekî perçeyek plana Tirkiyeyê dibîne û ev tişt hatin gotin: “Ev êrîşek plankirî ye û hêzên dixwazin li pêşiya îradeya gelê me û Desteya Bilind bibin kelem pêk hatiye. Desteyê xwest meşekê lidar bixe û ji gel bixwaze ku vegerin malên xwe. Bi vê meşê re dê gel vegeribaya bajarê xwe û ev kom jî dê ji neçarî ji bajêr derketibana.”
Di daxuyaniyê de ji gel hate xwestin ku li dijî van êrîşan bisekine û piştgiriya YPG'ê bikin û wiha hate gotin: “Ji ber ku YPG maf û bajarên Kurdan diparêze. Divê piştgiriya ji bo YPG’ê bi her awayî berfireh bibe. YPG hêza parastina gel e, ji bo wê divê piştgiriya wê bê xurtkirin.”
Pêşniyara komîteyeke hevbeş
TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de pêşniyar kir ku li Serêkaniyê ji hemû netew û eşîrên wekî Kurd, Ereb, Sûryanî, Asurî komîteyek hevbeş bê avakirin. Di dawiya daxuyaniyê de êrîş bi tundî hatin şermezarkirin. Her wiha ji malbata Abid Xelîl û gelê Kurd sersaxî, ji birîndaran jî şifa hate xwestin û wiha hat gotin: “Em bawerin ku dê gelê me li dijî van êrîşan raneweste û şoreşa xwe heta dawiyê berdewam bike.”
AMED