Konferans bi navê “Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG’ê” di navbera 23’ê Tebax û 1’ê îlona 2015’an de bi beşdariya 215 delegeyan hat lidarxistin. Li gorî agahiyan, di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, li ser mijarên wekî,” Geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û qada navnewetî, tespîtkirina pirsgirêkên leşkerî û rêxistinî yên di pêvajoya şer û berxwedana Kobanê de derketine holê, rexne û rexnedayîn” nirxandinên berfireh hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin.
Çav li rê ye ku encamnameya konferansê îro ji raya giştî re bê eşkerekirin.
ANHA/KOBANÊ