Li Meerîn 5 çete hatin kuştin
Li gundê Meerîn ê girêdayî Ezazê di encama çalakiya yekîneyek YPG’ê de 5 endamên çeteyan hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, yekîneyek YPG’ê li gundê Meerîn ê girêdayî Ezazê li dijî komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) çalakiyek lidar xist. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama çalakiyê de 5 çete hatine kuştin. Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku hêzên YPG’ê navendên ku ev 2 roj in herêma Efrînê topbaran dikin jî kirine hedef û bi tangan topbaran kirine. Hate ragihandin ku pevçûnên li herêma gundê Qestel Cindo û Meerîn cih bi cih didomin.
Li aliyê din li Dêrikê cenazeyê endama hêzên Asayişa Dêrikê Heyat Hisên ku di endcama qezayekê de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve bi siloganên ‘‘Şehîd namirin” hate definkirin.
SERÊKANIYÊ/EFRÎN