Operasyonên şoreşgerî yên YPG’ê di 1’ê Mijdarê de li herêma Serêkaniyê li hemberî çeteyên El Qaîdeyê dabû destpêkirin, di 5’ê Mijdarê de bi dawî bûbû. Di encama van operasyonan de bajarokên Til Xelef û Menacir û 38 gund ji çeteyan hatibûn rizgarkirin.
Pevçûnên bi komên El Qaîde re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Kurd lê dijîn, bi taybetî ji nava meha Tîrmehê û vir ve giran bûn. 48 saet piştî êrîşa çeteyan a 16’ê Tîrmehê ya ji bo bidestxistina Serêkaniyê, hêzên YPG’ê bajar ji çeteyan paqij kiribûn. Hêzên YPG’ê di 23’ê Cotmehê de dest bi pêngaveke nû kir. Di operasyonên şoreşger ên li Til Koçer û herêma Çilaxa ya Girkê Legê de, bajarê stratejîk Til Koçer û deriyê sînor hatibû rizgarkirin. Di 29’ê Cotmehê de jî herêma Çilaxa û Rimêlan bi temamî ji çeteyên El Qaîdeyê hatibû rizgarkirin.
QAMIŞLO