YPG’ê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan de gelek çete hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin. YPG’ê di daxuyaniyê xwe de diyar kir ku komên çete yên ku windahiyên mezin dane cenazeyên xwe li pey xwe hiştine û ji herêmê reviyane.


Gelek çek hatin bidestxistin
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanên YPG/YPJ’ê gelek çek û alavên leşkerî desteserkirine û ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me ku tirs xistin dilê komên çete 2 doçkayên 14.5, 2 doçkayên 12.7, 6 çekên BKC, 5 ABC, 3 çekên sûîqastê, 3 birno, 18 keleş, demançeyek, 4 mayînên dijî tangan, 15 rext, 21 guleyên ABC, dûrbînek şevê, 6 wesayît, 3 cîhazên bê têl û hejmarek zêde ji cureyên bombe û gelek gule hatine desteserkirin.”

YPG’ê emîrekî çeteyan kuşt  
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin çeteyên DAIŞ‘ê li derdora gundê Meerîn, riya Ezaza-Meerîn û riya Yazîbaxê yên ser bi Efrînê ve hawldane êrîşî noqteyên YPG’ê yên li gundê Qestel Cindo bikin. Hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê hatin û di encamê de li her sê noqteyan pevçûnên dijwar rûdan. Hat diyarkirin ku di pevçûnan de emîrê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Usama El-Urdinî di nav de gelek kuştî û birîndarên DAIŞ‘ê çêbûne. Her wiha wesayîtek doçka jî hat ruxandin. Li aliyê din hat gotin ku yekîneyên tangan ên YPG’ê benzînxaneyek ku çekdaran ji xwe re kiribûn baregeh hedef girtine.  

ANHA / TILKOÇER




Metro: Jinên Kurd li eniyê şer dikin

Rojnameya Metro ya Swêdê, di hejmara xwe ya îro de têkoşîna jinên Kurd a li Rojava bi sernavê “Jinên Kurd li eniyê şer dikin” di rûpela destpêkê de da. Di nivîsê de wêneyên jinên li refên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) şer dikin û hevpeyvînên li gel wan hat dayîn û hat gotin, “Komek ji jinên Kurd ên ciwan ên li bakurê Sûriyê, ji bo xwe li hemberî komên Îslamî yên radîkal biparêzin, perwerdeya leşkerî dibînin. Hinek ji wan hînê ji niha ve li eniyê şer dikin. Jin di heman demê de ji bo di pergaleke wekhev a piştî şer de cih bigirin, têdikoşin.”
Di nivîsê de hat ragihandin ku dibistaneke trafîkê ya li derveyî Qamişloyê weke navenda perwerdeya leşkerî tê bikaranîn û jinên 17 saliya xwe dagirtine ji bo beşdarî perwerdeya 15 rojan bibin dikarin serî lê bidin. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku piştî perwerdeyê çek ji jinan re tê dayîn û piraniya jin piştî perwerdeyê li gundê xwe vedigerin û li dijî êrîşên li hemberî gundê xwe weke hêza mîlîs amade ne.
Hîndekara leşkerî ya bi navê Berfîn diyar dike ku divê ew ji bo mafên jinan ên li Rojhilata Navîn şer bikin û armanca wan jî avakirina pergala civakeke wekhev e. Berfîn diyar dike ku jinek ji bo karibe beşdarî nafa refên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bibe divê 20 saliya xwe temam kiribe, di rewşên îstîsnaî de hin jinên ji vî temenî biçûktir di nava YPJ’ê de cih girtine lê ev li çeperên dûrî eniyan têne wezîfedarkirin.
Di nivîê de fermandara bi navê Sozdar destnîşan dike ku li derdora Al-jawadiya jinên Kurd li eniyên herî pêş li dijî Eniya El Nûsra şer dikin û tîne ziman ku gerîlayên Kurd li gelek gundan kontrol xistine destê xwe, lê hînê bi temamî Îslamîstên radîkal têk nebirine. Di nivîsê de tê ragihandin ku hatina çekên giran ji ser Tirkiye û Iraqê ji bo Îslamîstan, rê li ber fikaran vedike.

STOCKHOLM