Koordînsayona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) têkîldarî şerên li Nisêbîn û Şirnexê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de encamên şer û çalakiyên 3 rojan hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de her wiha nasnameyên 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin. Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha ye:

NISÊBÎN: 14’ê Nîsanê saet 08.00’an dema kepçeyek diket Taxa Ş. Gelhat hate derbkirin, piştî nîv saetê vê carê tankek kete nava hewldanên mudaxeleyê û ew jî hate derbkirin. Di heman rojê saet 12.00’an yekîneyên me kepçeyek derb kirine, saet 15.00’an jî pêgerek hewayî ya Drone hate xistin. 15’ê Nîsanê kepçeyek hate derbkirin, 16’ê Nîsanê danê nîvro dîsa 2 kepçeyên hewl dan bikevin taxê hatine derbkirin. 17’ê Nîsanê saet 03.30’an çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin taxê, dema derbasî malekê bûn ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê ve çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin. 18’ê Nîsanê çeteyekî Qesrê ji aliyê yekîneyên me hate kuştin. Di heman rojê saet 02.00’an di encama çalakiyekê de çeteyekî Qesrê hate kuştin.

17’ê Nîsanê dema tankekê hewl da bikeve Taxa Koçerê ji aliyê yekîneyên me ve bi çalakiyek sabotajê hate îmhakirin. Di heman rojê de di encama çalakiyan de çeteyekî Qesrê hate kuştin, heman rojê piştî nîvro çeteyên hewl dan ji ser rêya Çaxçaxê bikevin taxê hatin hedefgirtin û li vir jî çeteyekî Qesrê hate kuştin.

Serfermandariya Giştî ya Tirk û çapemeniya Tirk îdîa kirin ku di şerê doh serê sibehê li ser xeta sînor a di navbera Nisêbîn-Qamişlo pêk hatiye de 18 şervanan jiyana xwe ji dest daye. 

Sîcîla endamê mey ê 13’ê Nîsanê li Taxa Ş. Gelhatê şehîd ketiye wiha ye:

Nasnav: Herekol 


Nav û Paşnav: Metîn Ak


Bav: Resûl 
Dayik: Mulkînaz 


Cihê Jidayikbûnê: Çewlik- Azarpêrt 


ŞIRNEX: Sîcîla endamekî me yê YPS’ê yê 15’ê Nîsanê li taxa Cûmhûriyetê gihiştiye şehadetê wiha ye:


Nasnav: Zana 


Nav û Paşnav: Zaman Kilinç 


Bav: Abdûrrahman


Dayik: Sînem 


Cihê Jidayikbûnê: Şirnex


Li Silopiyayê bi sedan mal hilweşandin

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku careke din qedexe hate îlankirin û 15 roj in berdewam dike, çeteyên Qesrê malan xira dikin. Li Taxa Zapê Çeteyên Qesrê malan bi wesayîten kar ve hildiweşînin. Welatiyên ku nikarin biçin malên xwe hemû tiştên wan di bin enqazan de mane. Li taxê hin welatî jî hewl didin tiştên xwe ji malan derxînin. 

Welatiyên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin, li taxên Yenîşehîr, Dîcle û Ofîsê li cem xizmên xwe bi cih bûne. Çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî ve li taxan dewriye digerin û di serî de zarok, kê dîbinin bi bombeyên gazê êrîş dikin. 


 MÊRDÎN/ŞIRNEX