Kotol got, “Hêzên bi rêya DAIŞ’ê li hember gelê me yê azadîxwaz şer dikin divê bizanin ku Kurd ne Kurdên berê ne û wê ev hewldanên wan bi ser nekevin.” Kotol destnîşan kir ku yek ji hêzên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ dewleta Tirk e û di vê mijarê de wiha axivî: “Ev dewletên ku xwe li pişt vê hêza çeteyan xwe vedişêrin di warê lojîstîk, çek, kadro, dermankirin û heta axa xwe jî bi xistina xizmeta wan re DAIŞ’ê ser piya digirin. Weke serkêşiya vêya jî dewleta Tirk e.”
´Ji xeta sêyemîn ditirsin´
Kotol got ku bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re van hêzên çete li hember gelê Kurd didin şerkirin, lê, ti car serneketin, her tim têk çûn û wiha dewam kir, “Wexta li Rojava têk çûn berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, li wir jî rastî berxwedaneke mezin hatin û şkestin xwarin. Dîsa berê xwe dan Kobanê û bi dijwariyeke mezin êrîşî dibin ser Kobanê. Divê bizanin ku dê wek her timî dîsa têk biçin û serkeftinê bidest nexin. Ji ber Kurd ne Kurdên berê ne, wek berê jî şer nakin, wek berê jî nêz nabin. Bi helwesteke aqilane û bi artêşeke mezin li hember wan disekinin, şer dikin û ya herî girîng jî bi fikir şer dikin. Yê bi ser bikeve wê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd be. Ji ber ku ji bo tevahî mirovahiyê şer dike û xeta sêyemîn ji bo herêmê pêş dixe wê bi ser bikeve.”
´Em amade ne´
Kotol anî ziman ku ji her tiştê re amade ne wiha berdewam kir, “Em weke hêzên parastinê, parastina gelê xwe weke erka xwe ya sereke dizanin û tişta ku dikeve ser milê me jî em ê bi her awayî pêk bînin. Êrîş, li ku derê li ser gelê me hebin bila hebin em ji bo parastina hemû gelê xwe amade ne. Em hêzên parastina gel in. Weke YRK bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwedî li berxwedana Kobanî derkevin û bi awayekî çalak cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin. Divê êrîşên li ser Kobanê weke êrîşên li ser çar beşên Kurdistanê were fêmkirin. Ji heft salî heta heftê salî wezîfe dikeve ser milê her kesekî ku çi ji destê wan tê, pêk bînin. Xwedîderketineke piralî pêwîst dike. Dijmin ji derveyî berxwedanê ti rêyeke din ji me re nehiştiye .”
ANF/ASOS