Lavîn bi banga serferberiyê bi rewşa sivîlan a Koabnê bi bandor bû û tevlî 3 hevalên xwe yên din dest ji zanîngehê berda û berê xwe da Kobanê tevlî berxwedana YPG'ê bû.
Şervanê YPG Lavîn Kobanê sedema hatina xwe ya kobanê wiha rave kir û got ":Bi salan bû ku me digot Kurdistaneke azad armanca me ye û kobanê jî beşeke ji Kurdistanê ye. Eger em niha kobanê neparêzin di pêşerojê de çi sûda wê bawernemeya min ya zanîngehê heye."
Kobanî destnîşan kir ku avakirina her welatekî bi çek û xwedinê dibe lê rewşa ku niha herêma kobanê tê re derbas dibe gelekî hestiyare , û pêwiste  bê  parastin , eger herêma kobanê têkbiçûya dê rizgarkirina wê carek din gelekî zehmet bûye.
Kobanê axaftina xwe berdewam kir û got ":hin roj hene ji  bo xwedinê ne û hin roj  jî ji bo rakirina çekin,dema ku çete dûre navenda bajar bûn me got emê bi bawernama zanîngehê xizmete bajarê xwe bikin lê niha dem dema çekê ye".
Şervanê YPG ê Lavîn Kobanê balkişand ku niha dem ne dema ku ciwanên Kurd bêjin ez girêdayî vê partiyê me an jî vê partiyê, lê pêwîste her yek cihê xwe di nava refên YPG ê de bigire.
Derbarê rewşa ciwanên Kurd ên di zanîngehê de kobanê": axivî û got pêwîste ciwanên Kurd rû bi rû bi rastiya xwe re jiyan bikin, em ji kobanê ne û welatê me Kurdistane û niha jî rastî êrîşan tê, pêwîste êdî her ciwanekî Kurd ji vê rastiyê re şiyar be" .

Di dawiya axaftina xwe de şervanê YPGê Lavîn Kobanê diyar kir ku ew gelekî kêfxweşe ji ber cihê xwe di nava refên YPG ê de digire.


NESRÎN EBDÎ/ANHA/KOBANÊ