Bi armanca teşwîqkirina şagirtan li gorî metriyala perwerdeyê yê nû li ser xwendina bi zimanê dayîkê Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Tirbespiyê hemleyeke bi navê “ hemleya Şehîd Dilgeş” ku ji orgenîzekirina şehiyan û pêşkêşkirina şano û govendên foloklorîk li dibistanên seretayî yên bajêr pêk tê, organîze kir.

Hemleyê doh bi organîzekirina yekemîn şahiyê Ii Dibistana Hesan bi Sabit a seretayî bi beşdariya Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Tirbespiyê Hediye Faris, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û dehan şagirtên dibistanên Hesen Bin Sabît û Ehmed Mîzer destpê kir.

Di destpêka şahiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Tirbespiyê Hediye Faris axivî û got: “ Bingehê avakirina sîstemên demokratîk piştgirtdayîna  zimanê dayîkê ye. Gelekî xweş e ku piştî tiracîdiya ku salên dirêj me jiyan kirî, em bipînin ku zimanê me yê dayîkê di dibistanan de tê dayîn.


Şanoya ‘Roviyê qurnaz’

Piştre Koma Şehîd Dilo şanoyê bi navê “Roviyê qurnaz” ji zarokan re pêşkêş kir. Her wiha Koma Kulîlkên Rojava ya zarokan jî govendên xwe yên foloklorîk pêşkêş kirin.

Şano û govendên ku hatin pêşandan zarok coşandin. Wê hemle li dibistanên bajarê Tirbespiyê û herêmên Sinciq û Aliya bidome. 


 ANHA/TIRBESPIYÊ




Bi çanda xwe mezin dibin


Zarokên Wanê li Mala Xwedîkirina Bîroj û Kreşa Perperok bi Kurdî perwerde dibînin û fêrî çanda xwe dibin.

Mala Xwedîkirina Bîroj û Kreşa Perperok ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû vekirin de 17 xebatkarên jin dersên xêzkirin, ziman, dram, muzîk û matematîkê dide zarokan. Mala Xwedîkirinê Biroj û Kreşa Perperok li taxa Şabaniyê ya Wanê li ser 4 qatan hatiye avakirin û bi baxçe ye. Li avahiyê revîrek, 5 polên hîndekarî û perwerdehiyê, 3 odeyên lîstikê û 2 odeyên razanê hene. Kreşê dê zarokên temenê wan 3-6 salî xizmetê werdigrin. Dîsa li avahiyê ji bo zarok di aliyê civakî de pêş bikevin atolyeyên dans, sinema, kişik, werjîş û gelek qadên din henin û hemû xebatên xwan bi Kurdî ye. 


 WAN