
Li bajarê Silêmaniyê Zerdeştiyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyekî çapemeniyê dan û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku cihên wan yên pîroz û dîrokî bêne parastin. Her wiha daxwaz dikin ji bo pere peydakirinê cihê wan nedin şirket û bazaran.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Awat Elî ve hat xwendin, wiha tê gotin; “Emê li Herêma Kurdistanê dijî hemû destdirêjiyên li ser cihê Zerdeştiyan were kirin bisekinin. Agahdariya me heye ku dixwazin Şikefta Qizqapan bidin şirketekê û bikin kafeterya, emê dijî vê bisekinîn.”
Daxuyanî wiha jî dewam kir; “Biryara Wezareta Ewqafê heye ku hemû cihên olî û pîroz werin parastin. Em wê biryarê dibin saziyên Silêmaniyê, dibêjin ev nivîsa wezaretê li vir derbas nabe, em nizanim nivisa kê li Silêmaniyê derbas dibe.”
Di dawiya daxuyaniyê de zerdeştiyên Herêma Kurdistanê wiha jî gotin; “Em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku cihên olî û pîroz yên Zerdeştiyan bêne parastin û ji bo wan cihan nobedaran dane.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ