AYSEL AVESTA

Şervanên QSD’ê li Baxozê di encama çalakiyên rizgarkirina sivîlan de bi hezaran kes ji destên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Gelek ji wan sivîlan jî Jin û Zarokên Êzîdî ne. Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an bi awayekî hovane êrişî herêma Şengalê kiribûn ku pirraniya şêniyên wê Êzîdî bûn. Di êrişê de bi hezaran kes hatibû qetilkirin, bi dehazaran kes koçber bûbûn û bi hezaran jin, zarok û ciwan hatibûn revandin.

Di operasyonên li Şengal û Rojava de heta niha bi hezaran kes hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Herî dawî di pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi sedan Jin û Zarokên Êzîdî ji gundên Baxozê yên herêma Dera Zorê derxistin û ji zilma DAIŞ´ê rizgar kirin. Şervanên QSD´ê  Silvîlên ku rizgar dikin, radestî mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê dikin. Şervanên QSD`ê heta niha nêzî 20 jin û zarokên Êzîdî ji Baxozê rizgar kirine.

Herî dawî şervanên QSD`ê 3 zarokên Êzîdî yên bi navên Gulê Ela, Mîlad Yusif û Sûad Reşo Îbrahîm ên ji gundê Rembosê yê Şengalê, rizgar kirin û radestî Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Hevserokê mala Êzîdiyan Ziyad Ebdal der barê rewşa jin û zarokên hatine rizgarkirin de peyivî.

   

Pirraniya wan birîndar in

Ziyad Ebdal di destpêkê de malavahiya şervanên QSD´ê kir û got, "Ev sê meh in weke mala Êzîdiyan em bi alîkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD´ê  li gel QSD´ê têkiliyan datînin. Heta niha bi sedan jin û Zarokên Êzîdî ji aliyê QSD´ê ve hatine rizgarkirin. Kesên ku hatine rizgarkirin, pirraniya wan zarok in û gelek ji wan jî birîndar in. Em weke Mala Êzîdiyan, destpêkê wan derman dikin û pêwistiyên wan yên xwarin û vexwarinê pêşwazî dikin. Paşê, em rêya Meclîsa Xweser a Şengalê wan teslîmî malbatên wan dikin.

Psîkolojiya wan xirab bûye

Ziyad Ebdal di dewama axaftina xwe de bal kişand ser  rewşa sivîlên rizgarkirî û got, "kesên rizgarkirî, pirraniya wan zarok in. Rewşa wan a tenduristiyê baş e lê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê psîkolojiya wan xirab bûye. Ji bo ku vê rewşê li pey xwe bihêlin, alîkariyeke gelek mezin tê xwestin da ku ji bin bandora neyînî ya çeteyan xwe rizgar bikin."

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Ziyad Ebdal di dawiya axaftina xwe de got, "Em ji bo rizgarkirina sivîlan bi taybet ên Êzîdî spasiya QSD’ê dikin. Heta niha me hejmareke mezin ji Êzîdiyên ku hatine rizgarkirin ji QSD`ê wergirtine. Hejmareke mezin ji Êzîdiyan hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Em bi hêvî ne ku hemû Êzîdiyên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, li malbatên xwe vegerin."