Piştî konferansa ziman a netewî ya Amedê hat lidar xistin zimanzan û akademîsyenên ji herêma Federal a Kurdistanê hatine Prof. Dr. Îzeddînî Mistefa Resûl, Dr. Îrfan Mistefa Hewramî, Asist. Prof. Dr. Abdulla Husen Rasul, Dr. Lezgîn Ebdurrahman Çalî, Dara Hemîd Mihemed, Şemo Qasim, Dilşa Yûsiv, Bayîze Omer, Namiq Hewramî, Hasso Hurmî, Zozan Sadia, Dr. Sabah Rashed, Dr. Adil Germeyani, Sherzad Sidiq û bi dehan pisporên pê re şaredariyên BDP'î ziyaret kirin. Heyetê destpêkê şaredariya Yenîşehîrê ziyaret kir û bi Şaredar Selîm Kurbanoglu re hevdîtin pêk anî. Heyetê xebatên şaredariyê lêkolîn kirin û diyar kir ku ew xebatên şaredariyê diecibînin. Mamoste Temmoz li ser navê heyetê axivî û got; "Kurdên li Suriyê girîngî didin xebatên şaredariyên BDP'ê. Cara yekemîn ez di sala 2006'an de hatim Amedê. Niha lê dinêrim ku şaredariyên BDP'î gelek xebat kirine.
'Bila hemû Kurd bi hev re tev bigerin'
Şaredarê Yenîşehîrê Kurbanoglu jî keyfxweşiya xwe ya serdana heyetê bilêv kir û wiha axivî: "Em baş dizanin ku divê em şaredarên Amedê gelek bixebitin û bibin mînakên şaredariyên din. Heke Amed pêşve gav biavêje herêm jî dê pêş bikeve. Amed guh û çavên Kurdan e."
Kurbanoglu CD û raporên ku xebatên şaredariyê vedibêje pêşkêşî heyetê kir û anî ziman ku divê şaredariya pirzimanî pêş bikeve. Ji beşdarên Konferansê Şaredarê Rawanduzê Îsa Muhammed jî, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş ziyaret kir. Muhammed, ji ber nexweşiya Demîrbaş hestên xwe yên derbasbûnê anî ziman û got; "Em dixwazin di navbera her du şaredariyan de peywendiyên xurt çêbibin." Piştî serdanê Demîrbaş taqimeke fîncanan a ji sifrê hatine çêkirin diyarî Muhammed kir.
Ji parlementerên Herêma Federal a Kurdistanê Araz Abdullah, Romyo Hekari û Karmendên Kurd Abdullah Gardi, Ari Necmeddin jî Demîrbaş ziyaret kirin. Demirtaş piştî hevdîtinan tablo û çante diyarî mêvanan kir.
Heyeta zimanzanên Kurd Şaredariya Nisêbînê jî ziyaret kir. Şaredar Ayşe Gokkan, Cîgirên wê Salîha Cabadak û Ahmed Dînç heyet pêşwazî kirin. Gokhan keyfxweşiya xwe ya serdana heyetê anî ziman û wiha axivî: "Pêşketina Nisêbînê dê pêşveçûna jina Kurd vebêje." Prof. Dr. İzeddînî Mistefa Resûl jî li ser navê heyetê got; "Min demeke dirêj e Nisêbîn nedîtibû. Gelekî pêş ketiye. Wisa diyar e ku şaredara jin gelek tişt tevlî vê şaredariyê kirine. Nisêbîn warê ku şahidiya dîrokê kiriye, em hêvîdar in ku gelek destkeftiyan bi zimanê Kurdî jî bide qezenckirin. Heyet ji vê derê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji bo konferansa ziman a neteweyî lêpirsîn
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der heqê konferansa ziman a netewî ya li navenda çand û hûnera Cegerxwînê hat lidar xistin û 3 rojan berdewam kir de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der heqê konferansa ziman a netewî ya li navenda çand û hûnera Cegerxwînê hat lidar xistin û 3 rojan berdewam kir de lêpirsîn da destpêkirin. Hat hînbûn ku dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de dîmen û agahiyên konferansê xwestine. 200 zimanên ku ji Îran, Hêrêma Federal a Kurdistanê, Suriye, Ewropa û Tirkiyê tevlî konferansa ku bi sirûda „Ey reqîp“ destpê kiribû bibûn.
AMED