Jin sûçdar nînin, tên xistin
Yûsif destnîşan kir ku jinên xerab nînin, lê jinên ku ji aliyê pergala desthiladar ve hatine xistin, tên bikaranîn û axaftina xwe wiha domand: "Jinên ku ji aliyê zilam ve hatine xistin an jî hatine firotin gelek in. Gelek caran ev zilam an bav, bira an jî hevserê wan e. Malên ku jin tê de tên bazarkirin ji dîrokê heta roja me ne bi destê jinan, lê bi destê sîstemê ango zilam hatine avakirin. Lê jin ji ber têgihîştina namûsê, fişarên civakî û bê alternatîfbûnê bê deng mane û serê xwe tewandine. Jinên ku li hemberî vê yekê derketin jî ti cara piştgirî ji kes, malbat an jî saziyan negirtine. Berevajî vê yekê jin her tim hatine tewambarkirin, ji ber vê jî em dibêjin tu jinê xwebixwe xwe nexistiye, yê jin xistiye zihniyeta desthilat a zilam ku tevahiya civakê pê hatiye terbiyekirin."
Jin azad nebe, civak jî azad nabe
Yûsif di axaftinên xwe de diyar kir ku ger jin azad nebe wê civakek jî azad nebe, ji bo vê jî divê di destpêkê de jin xwe birêxistin bike, perwerde bike û divê jin di hemû aliyan de dikaribe hem xwe bike hêz, xwe bi parêz û hem jî jin bê parastin, lê ji ber ku ji aliyê ahlaqî û çandî pir bi civakê hatiye lîstin, civak bi zane bûn di aliyê zanistî û dîrokî de xizan hatiye hiştin.
Deriyê me ji wan re vekiriye
Yûsif ragihand ku ev yek herî zêde bandora xwe ya neyînî li jinan dike û anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li nava malbatê yên weke destavêtin, destdirêjî, lêdan û gelek pêkanînên derveyî mirovahiyê, jin rojane serî li wan dide. Yûsif axaftina xwe wiha dewam kir: "Em weke Mala Jinê, deriyê xwe ji her jinê re vedikin û em xebatên xwe li ser du ligan didin meşandin. Yek bi rêya nîqaşan û perwerdê guhertina civakê, ya dudiyan jî bi rêya huquqî çareserkirina pirsgirêkên jin e" Yûsif da zanîn ku tevî bûyerên destavêtin û her cûreyên tundiya ji aliyê bav, bira û ferdên din ên malbatê jî jin, ji ber tirsa malbatê û têgihiştina namûsê û kuştinê bêdeng dibînin. Yûsif bang li hemû jinên di nava pirsgirêkên xwe de difetisin kir û anî ziman ku deriyê wan ji hemû jinên bi van pirsgirêkan re rûbirû ne, vekiriye.
Exlaqê azadî û wekhevî
Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Nalîn Yûsif da xuyakirin ku di nava salekê de li herêma Cizîrê ji bo çareseriyê 363 bûyer hatinê berdestê wan ku ji van jê 8 kuştin, 7 destavêtin, 16 destdirêjî, 9 revandin, 143 lêdan, 76 berdan, 82 xapandin, 12 narkotîk, 4 sîmsar û 6 dizî bûn. Yûsif got her çi dibe bila bibe wê jinên ku serî li wan dane, ji aliyê wan we hatine parastin û ewê bi berdewamî wan jinan biparezin. Yûsûf anî ziman ku ew destpêkê bi nîqaş û perwerdan ango li gorî exlaqê azadî û wekheviyê bi hemû kesên ku bi pirsgirêkê re eleqedar dibin û qanihkirinê esas digirin. Ger ev yek nebe çareserî wê demê ew di rêya dadgeha gel û hiqûqê li mafên jinan xwedî derdikevin û di pêvajoya hiqûqî de jî jinan tenê nahêlin û du endamên wan heta dawiyê di dadgehê de weke parêzerên jinan cih digirin û jinê diparêzin.
Mafê jinê li Dadgeha Gel
Yûsif di axaftinên xwe de anî ziman ku di dadgehên pergala dewletê de tu maf ji jinan re nehatibû dayîn, lê bi têkoşîna jinê re îro li dadgeha gel gelek maf ji jinan re hatine dayîn. Li ser daxwaza jinan doz ji rayagiştî û ragihandinê re girtî pêk tên. Di heman demê de diyarkir ku gelek projên wan ji bo parastin û xwedî derketina jinan hene.
PÎRAY ARDIL/QAMIŞLO