Yekitiya Star anî ziman ku di encama van êrîşan de gelê Kurd şeş şervanên xwe yên nirx û rûmeta welatê xwe di parastin feda kirin. Yekîtiya Star destnîşankir ku Serêkaniyê ji welatiyên Suriyeyê yên ku ji ber şer koç dikirin re bibû wargeheke bi ewle û wiha pêde çû: “Lê êrîşên hovane yên ji aliyê komên ku navên Hesen, Husên û neviyên Pêxember lixwe dikin û dibin navê Îslamê de van êrîşan pêk tînin. Ev komane dixwazin herêmê vala bikin û komkujiyan pêk bînin.”

Li ser armanca êrîşa li Serêkaniyê di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hinek hêz dixwazin bi riya komên çekdar xwe bigihînin herêmên Rimêlan û Dêrikê ku çavkaniyên petrolê ne û ev tişt hatin gotin: “Weke tê zanîn Serêkaniyê deriyê bingehîn ê ji bo gehîştina Rimêlan û Dêrikê ye. Lê divê bê zanîn ku ketina Serêkaniyê bi destê komên çekdar tê wateya tevliheviya hemû herêman. Ji be vê em bêdengiya muxalefeta Sûriyeyê û rayedarên Artêşa Hur şermezar dikin. Em vê bêdengiyê wekî êrîşek li ser yekbûna Sûriyeyê û destkeftiyên şoreşê dibînin.”

Banga têkoşîna hevpar  

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên herêmê hatin kirin ku li hemberî êrîşên li dijî Serêkaniyê helwesta xwe zelal bikin û ji wan hat xwestin ku van êrîşan wekî “Êrîşek li ser rûmeta gelê Sûriyeyê” bibînin.
Yekitiya Star diyar kir ku helweta jinan a li dijî êrîşan bi giring û wiha domand: “Em bang li hemû jinên beşên civaka Sûriyeye dikin ku li hemberî şerê di Sûriyeyê de tê maşandin helwesta xwe aşkere bikin. Ji bo ku çek bên sekinandin û di pêşerojê de li şûna çekan gotin û hiqûq bicih bibe, divê jin têkoşînê bidin. Di heman dêmê em bang li gelê Kurd û hêzên herêmê jî dikin ku têkoşîneke hevpar bidin meşandin.”
Di daxuyaniyê de bûyera tecawizkirina jina mesîhî ya li Hesekê jî bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Pêkanînên tecawizkirina jina mesîhî, revandina Kurdên sivîl û serjêkirinên xortên Kurd ên ku ji artêşa Sûriyeyê direvin terorîstî ne. Em bi tundî çardin van pêkanîn şermezar dikin.”

ANF/QAMIŞLO 




 KCD: Êrîşên li hemberî Kurdan bi fikar in

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê geşedanên li Sûriyeye yên li dijî Kurdan pêk tê de daxuyanî da çapemeniyê. KCD'ê di daxuyaniya niviski de diyar kir ku geşedanên li Sûrî li hemberî Kurdan pêk tê wan dixe nava fikaran û wiha got: "Tirkiye piştî ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê rêveberî xist bin destê xwe dixwaze komên çeteyan li herêmê pêş bixe û li dijî Kurdan rêxistinên din ava bike. Dixwaze komên çeteyên îslama redîqal û çekdarên ku ji Ukrayna tên li hemberi Kurdan bikar bînin. Ev me dixe nava fikaran. Li dijî kozikên YPG'ê bi tanf û topan êrîş dikin û welatiyên zivil qetil dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Kurdên Rojava xwedi dekevin û li hemberî van zextên ku li ser wan tên meşandin bêdeng nemînin. Em dibêjin Kurdên Sûriyeyê ne bi tenêne. Divê Kurdên ku li çar aliyê Kurdistanê dijîn bêtir li hev xwedî derkevin û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê li ser hîm û bingeha têkoşîna neteweyî berxwedana xwe xurt bikin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku yekîtiya neteweyî xurt bikin û li Kurdên rojava xwedî derkevin."

AMED