Viyan Silêman derbarê asta jinê ya di civakê de, ji DÎHA’yê re axivî û wiha got: “Di dîrokê de bi berdewamî hêz wekî deshilat hatiye wergirtin û zilam xwedî hêz bû. Zilam hest bi cûdahiya xwe ya li hemberî jinê dike. Zilam çawa bi rêya hêza çekê bûye deshilatdar, bi heman awayî di nava xêzanê de jî bi hêza xwe bûye deshilatdar.” Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê li welatên sîstema kota hene, jin zêdetir beşdarî siyasetê dibin û wiha got: “Diyardeya şiddeta li dijî jinê li tevayî cîhanê heye, lê ji civakekê ji bo civakekî din tê guhertin. Bi berdewamî neheqî li hemberî mafê jinê hatiye kirin, jin jî li hemberî vê yekê bêdeng nebûye û xebatekî mezin meşandiye. Li welatên ku sîstema kota lê hene, jin zêdetir beşdarî siyasetê dibin. Lê li Rojhilata Navîn û Kurdistan jî weke beşeke wê, hê sîstema perwerdeyê ya berî hezarî salane.”


´Hev fêmkirin kêm e´

Silêman destnîşan kir ku herî zêde ji ber ji hevtênegihiştina di navbera jin û mêran de şiddet tê kirin û wiha behsa sedema şiddeta li dijî jinê kir: “Sedemên serekî aborî, kevneşopî û siyaset e. Bi salane civaka Kurdistanê hatiye dagirkirin û şiddet li hemberî jina kurd hatiye meşandin. Gelek caran ji ber şaş şîrovekirina hinek mijarên olî, cûdakarî xistiye navbera jin û mêr de. Vê yekê jî wisa kiriye hevsengî di navbera jin û mêr de çênebe.”

'Sedema tundiyê ol û kevneşopî ye'

Derbarê stastîka xwe kuştin û xwe şewitandina jinan de, Viyan Silêman wiha got: “Sedema serekî kevneşopî, ol, asta rewşenbîrî û çawaniya reftarkirinê ye. Hinek caran lêdan û kuştina jinê, meselaya namûs û kuştina jinê hê jî berdewam e. Tevî rêjeya vê yekê kêm bûye û reftarê zilam li hember vê hatiye guhertin, lê hê fikra ku zelam hest bi wê yekê dike ku jin milkê wî ye, berdewam e.”
Silêman wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rêjeya gilîkirinan a ji aliyê jinan ve zêde bûye û ev tê wateya hişyarbûna jinê. Mixabin rêjeya xweşkuştinê ji ya xwe şewitandinê zêdetir bûye. Rêjeya kuştinê kêmtir bûye. Jin kêmtir li ser meseleya şerefê tên kuştin.”

 HEWLÊR