SILAVA EBDULREHMAN / MÛRADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO

Weqfa Jina Rewşenbîr, wê di 1 û 2’yê Adarê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Jin ruhê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mihrîcana Wêje û Hunerê Jinan li bajarê Qamişloyê li dar bixe.

Mihrîcan wê bi piştgiriya Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin. Beşdar wê bi berhemên helbest, çîrok, gotar, şano, peykersazî û wênesaziyê beşdarî mihrîcanê bibin.

Tê payîn ku gelek komên hunerî beşdarî mihrîcanê bibin. Hinek komên ku wê beşdarî mihrîcanê bibin ev in; Koma Înana ya Sûryanî, koma şano ya Kobanê, ji Minbicê Koma Çerkez a dîlanê, Koma Kevana Zêrîn, ji Herêma Cizîrê  komên gelêrî yên Ereb û hinek stranbêj.

Cilên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ereb, Kurd, Sûryan, Ermen û Çerkezan wê werin pêşkêşkirin.

Berdevka Weqfa Jina Rewşenbîr, Ahîn Mihemed diyar kir ku armanca lidarxistina mihrîcanê ew e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê hunerî, çandî û wêjeyî de bi pêş bixe. Her wiha behreyên jinan ên di warên helbest, nivîsandin, çand û wêjeyê de derkevin û asta afirîneriya wê bilind bibe.

Ahîn destnîşan kir ku vexwendinameya beşdarbûna mihrîcanê ji tevahiya jin, rêxistin û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatine şandin da ku jin bi reng, çand û wêjeya xwe beşdar bibin.