Jinan hedef digrin
TJKE diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê destpêkê berê êrîşên xwe dide jinan û ji jinan xwest ku xwedî li zayenda jinê û hemû nirxên mirovahiyê derkevin û got, "Ji ber vê yekê pêwîste her jin li dijî çeteyên DAIŞ'ê teqez tevlî çalakiyê bibe. Çeteyên DAIŞ'ê yên xwedî mejiyê nêrza ye ku firotin û kolekirina jinê rewa dibîne, bi sedan jinên Êzidî revandine, li bazarên koleyan firotine û kirine cariye. Bi dagirkirina Mûsilê re bi sedan zarokên keç sunnet kirine, bi pêkanînên xwe yên li dijî vîn û nasnameya jinê re, jin tine kiriye. Argumana îdeolojîk a mejiyê çetevaniyê jî kolekirin, talankirin û zexta li hemberî jinê ye."
Li her derê çalakî
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hin jinên li Şengalê ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê xwe ji zinaran avêtine, hin ji wan jî kêrê bi xwe re digerînin ku ji bo bi saxî nekeve destê çeteyan û hat gotin, "Di serî de jinên Kurd pêwîste her jin têkoşînê xurt bike. Divê onûr û rûmeta jinê teqez ji binê lingê van çeteyan bê rizgarkirin. Weke TJKE em bang li jinan dikin ku di meşên 16'ê Tebaxê de bi kortej û rengê xwe cih bigirin û bi pankart û dowîzan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan teşhîr bikin." Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên kon ên li Koln, Aachen, Darmstadt, Berlîn, Hannover, Stuttgart, Parîs, Den Haag, Cenevre, Strasbourg û Stockholmê banga tevlîbûna xurt hat kirin."
ANF/KOLN