BÊRÎTAN MEDUSA / SOZDAR XELÎL / ANHA / HESEKÊ
Jina bi navê Enahîta ku ji beriya Şoreşa Rojava bi dizî helbestên Kurdî dinivîsîn, niha berhemên wê di pêşangeha gerok a pirtûkan de cih digirin. Enahîta bang li jinan kir û got: “Bila hestên xwe yên bi salan veşartî derbibirin, ji ber ku şoreşê derfet ji bo jinan afirandine.”
Di pêşangeha gerok a pirtûkan de ku niha li Serêkaniyê ye, pirtûkên jineke ji Serêkaniyê balê dikişînin ser xwe. Enahîta Sîno ku hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a şaxê Serêkaniyê ye, hîna di 15 saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestan dike. Astengiya li ber Enahîtayê di warê zimanê Kurdî de rejîma Baesê bû.
Di destpêka salên 2000´î de Enahîta û çend hevalên xwe yên jin ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî komeke veşartî ava dikin û di malê de zimanê xwe yê Kurdî bi pêş dixin. Di heman demê de berhemên xwe komî ser hev dike. Enahîta li gel hemû astengiyan jî sala 2002’an pirtûka helbestan a bi navê “Hestên ji Damarên Xabûr” çap dike. Dîsa Enahîta û 3 hevalên xwe yên jin tevî hevalekî komxebatekê dikin û Kovara Bablîsok derdixin. Lê mixabin ji bo rewşa siyasî ya ku heyî, tenê karîne 3 hêjmaran derxin.
Bi her 3 pirtûkên xwe digere
Enahîta piştî Şoreşa Rojava du pirtûkan derdixe. Yek ji wan pirtûka helbestan bi Erebî “Min nivîsan ji ber ku ez ji te hez dikim” û ya din jî pirtûka çîrokan bi Kurdî “Teriya Kûçik” e. Niha li pêşangeha gerok a pirtûkan de ku li Serêkaniyê hat vekirin hersê pirtûkên Enahîta cih digirin.
Enahîta li ser giringiya nivîskariya jinê got, jin du caran zemhetiyê dikişîne, yek ji aliyê civakê ve ya din jî ji aliyê sîstema dewletê ve. Enahîta got, divê li hemberî van astengiyan jin bi cesaret bin û tiştên di fikra xwe de bê tirs binivîsin.
Enahîta bi bîr xist ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, jinê di şoreşê de cihê xwe di pêş de girt û wiha peyivî: “Ev pêşangeh jî berhema vê şoreşê ye, ez pirr kêfxweş im. Ji ber astengiyên civak û sîstemê me jinan hertim hestên xwe veşartine. Ez bang li jinan dikim, bila berhemên xwe derxin. Ji ber ku şoreşê derfet ji bo me jinan afirandine.”