19’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Eskîşehîrê di 5’ê gulanê de dest pê dike. Di mîhrcanê de 41 fîlmên metrajdirêj, 4 belgefîlm û 55 kurtefîlm dê bên nîşandan. Mîhrîcan ji hêla Fakulteya Zanyariyên Ragihandinê ya Zanîngeha Anadoluyê ve tê lidarxistin û dê heta 13’ê gulanê berdewam bike. Mîhrîcan dê bi galaya fîlmê derhêner Paul Negescu ya bi navê ‘Two Lottery Tickets’ dest pê bike û dê ji bo xwendevanên ku dixwazin di beşa sînemayê de xwe bi pêş bixin, dê perwerde jî bê dayîn. Di bernameya mîhrîcanê de îsal beşa ji bo derhênerên jin hatiye vekirin jî heye û dê jin di beşa ‘Mor Perde’ de hunera xwe pêşkêş bikin. 


ESKÎŞEHÎR