Li bajarê Elmanyayê Kolnê, jinan dîktatorê Tirk, Tayyip Erdogan şermezar kir. 8 saziyên jinan ev çalakî weke meş û mîtîng bi hev re organîze kir. Di mîtîng û meşê de MLPD, ZORA, Komondo Clara, Kouccourage, Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê, Yaşanacak Dunya, Sosyalîst Kadinlar Birligi û ADHK amade bûn.

Nûnerên saziyan li ber stasyona navendî ya trênê hatin cem hev, li vir axaftineke kurt kirin û meşiyan.

Erdogan ji bo xwe tê

Nûnera Kucourage got, Erdogan ji bo çareseriya krîza aborî tê Elmanayayê, dewleta Elman jî alîkariya bi Erdogan re kêm nake û wiha peyivî: “Peywira me ew e ku em bi jinên Kurd re bixebitin û rewşa Tirkiyê ji cihanê re ragihînin.”

Em dîktatorekî naxwazin

Nûnerê ZORA jî got, li Tirkiyê, ‘faşîzma Erdogan ken jî li jinan qedexe dike. Lê 8’ê Adarê bi hezaran jin li gel qedexeyê jî derketin kolanan. Em jinên Elman li pişt wan in.”

Nûnera Clara jî got, “Ên ku li Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer dikin, li vir têne krîmînalîzekirin. Erdogan dijminê jinan e. Em li dijî wî ne. Em dîktatorê ku bi guleyan êrişê dibe ser Dayikên Şemiyê û mêrên kujer diparêzerê, li Elmanya naxwazin.”

Erdogan ê ku îro û sibe wê hevdîtinan bi rayedarên Elman re bike, îro saet 16´an li Potsdamer Platz a Berlînê tê rûreşkirin û sibe jî li Kolnê saet 10´an li Deutzer Werftê dîsa wê bê protestokirin.

 

KOLN